Diyarbekir- Gora Tahir Elçî hatiye texrîbkirin

.

Gora Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahir Elçî, ji aliyê kesên nenas ve hat wêrankirin.

Li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Diyarbekirê, hin kes an jî kesên nenas, gora Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahir Elçî ku di sala 2015an de li Sûrê hatibû kuştin, wêran kirin. Hesinên li dora gora Elçî hatine rakirin û deriyên hin gorên li derdorê jî hatine dizîn.

Zanyarî didin zanîn, hemwelatî îro gava piştî nîvro çûn ser gorên xizmên xwe, pê hesiyan ku gor hatiye texrîbkirin û deriyên goran hatine dizîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Parêzer Tahîr Elçî, dema Serokê Baroya Diyarbekirê bû roja 28ê Mijdara 2015an de, li ber Minareya Çarling a Diyarbekirê dema daxuyaniyeke li dijî şerê PKKê û dewletê dida hatibû kuştin. Heta niha jî kujerên Elçî nehatine eşkerekirin.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin