Dîyarbekir: Ev çavtirsandina Kurdan e!

Xwepêşandina ku walî û qayûm pêşengîya wê kirine xwepêşandanek bûye ku çawa çavên kurdan bitirsînin.

Walîyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglu û Qayûmê Şaredarîya Mezin a Diyarbekirê Cumalî Atîlla alayên dewleta xwe ya tirk xistine destê xwe û aleyekê ku dirêjayîya wê 250 metro ye dane destê karkir û karmendên xwe û li peyî tank û leşkerên xwe daketine kolanên bajêr û qirîyane; ’şehîd namrin’ û ’watan perçe nabe’, meşîyane heta wê parka ku navê wê kirine 'Parka 15 Tîrmehê ya Şehîdan'.

Xwepêşandina ku walî û qayûm pêşengîya wê kirine xwepêşandineka ne ku di salvegera wê de hewildana darbeya nebiserketi ya 15ê Tîrmehê protesto bikin ji wê zêdetir xwepêşandanek bûye ku çawa çavên kurdan bitirsînin da ew daxwaza mafê xwe nekin.

Rûpela Nû/Diyarbekir

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin