Diyarbekir | 3 xwendekarên Kurd bo zanîngehên Harvard û Borwnê hatin qebûlkirin

.


Li bajarê Diyarbekirê yê bakurê Kurdistanê, 3 xwendekarên lîseyeke taybet, mafê çûyîna zanîngehên herî bi prestîj li cîhanê yên Harvard û Brownê bi dest xistin.

Hat ragihandin ku her sê xwendekaran bi bûrsê bo zanîngehên Harvard û Brownê hatine qebûlkirin ku ew herdu zanîngehên herî bi prestîj ên Amerîkayê ne.

Hat zanîn xwendekara bi navê Nehîr Toklu bo beşa Pêwendiyên Navnetewî û Matematîkê ya Zanîngeha Harvardê, Dicle Ezgî Ekincî bo beşda Biyoendezyarî ya Zanîngeha Harvardê û Seyit Metîn Barut jî bo beşa Kompumetarvaniyê ya Zanîngeha Brownê hatine qebûlkirin.
 

Siyaset Haberleri

Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin
Serokê Diyarbakirsporê hat girtin: Xwe wekî 'karmendê MÎTê' da naskirin
Mesrûr Barzanî û Heval Ebûbekir li ser şewatên li Silêmaniyê axivîn
Rafael Grossi: Me li Sûriyeyê bi tonan madeyên atomê dîtin
Sedema teqîna li avahiya Meclisa Parêzgeha Silêmaniyê diyar bû