Diyarbekir- 14 kesên din bi Koronayê mirine

.

Di heyama 24 demjimêrên dawî de, li Diyarbekirê 14 kes bi Koronayê mirine û 2 hezar kesên din bi Koronayê ketine.

Şaxa Diyarbekirê ya Sendîkaya Kedkarên Tendirustiyê, amarên 24 demjimêrên dawî yên Diyarbekirê eşkere kirin û da zanîn, encamên taqîkirina 2 hezar kesan pozîtîf derketine û 14 kesên din jî bi Korona canê xwe ji dest dane, 80 kes jî di bin çavdêriya pizîşkî da ne.

Herwiha Wezareta Tendirustiya Tirkiyeyê jî da xuyakirin, di heyama 24 demjimêran de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 126 kes bi Korona mirine û nêzîkî 25 hezar kes bi Korona ketine.

Di nexşeya Koronayê de, piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê bi rengê sor bûne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye