Dîyaneta Tirkîyê: Bila jin û mêr bi hev re govendê negerînin

Di kitêbekê de bi navê “Jîyana Me ya Malbatê” ku ji alîyê Serokatîya Karûbarê Dîyanetê ya Tirkîyê ve li ser internetê hatîye belavkirin, daxwaz tê kirin ku jin û mêr bi hev re govendê girênedin û herwiha bi hevre dansê nekin.

Navenda Nûçeyan - Di kitêbê de ku ji alîyê Endamê Sazîya Bilind a Karûbarê Olî Prof. Dr. Ahmet Yaman ve hatîye amadekirin û li ser internetê hatîye belavkirin, derbarê şahîyan de hişyarî tê dayîn.

Di kitêba bi navê “Jîyana Me ya Malbatê” de tê îdîakirin ku dans û gerandina govendê ya jin û mêran bi hev re li dijî Îslamê ye.

Li gor medya Tirkîyê, di kitêbe de hatîye nivîsîn ku: “Divê mirov xwe ji vexwarinên bi alkol, dans û gerandina govendê ya jin û mêran bi hev re, şahîyên din ên wiha, lixwekirina cil û bergên ne li gor Îslamê, pêşandana kultura derveyî Îslamê, mesrefa zêde û bikaranîna çekan ku ewlehîya can û mal dixin metirsîyê û di nav qedexeyên Îslamê de cîh digrin, xwe dûr bixin.”

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin