Diyale – Pîremêrek û neviyê xwe di êrişa DAIŞê de hatin kuştin

.

 Li devera Şareban ya parêzgeha Diyale ya Iraqê, di êrişeka çekdarî de du kes hatin kuştin.

Berdevkê polîsê parêzgeha Diyale, Nîhad Mihemed ji BasNewsê re got, şeva borî li nêzîkî bajarokê Şareban, pîremêrek û neviyê xwe dema ji nav zeviya xwe vedigeriyan mala xwe, rastî êrişa çekdarî hatin.

Nîhad Mihemed da zanîn, di wê êrişê de ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatiye kirin, ew her du kes hatin kuştin.

Wî efserê polîs anî ziman jî, piştî wê êrişê hêzên ewlehiyê derketin operasyonê lê ti encamek bi dest nexistin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye