Çavkaniyekî taybet ji Rûpela Nû re ragihand ku lijneyeke bi 5 kesan pêkhatî bi serlêdaneke fermî daxwaz kirine xwepêşandanekê li Hewlêrê jî li dar bixin.
Çavkaniyê Rûpela Nû ragihand Walîtiya Hewlêrê daxwaza wan red kiriye û gotiye ev daxwaza we li dijî zagonê ye. Her wiha Walîtiya Hewlêrê gotiye heke hûn çalakiyê bikin, ne em, xelkê Hewlêrê berê we bigire ku hûn xwepêşandanê li Hewlêrê bikin.
Heman çavkanî ji Rûpela Nû re got bi lêkolîneke derketiye holê ku hinek ji wan lijneya bi 5 kesan pêkhatî nêzîkî Tevgera Gorranê ne.