‘Divê rewşa Şingalê bê çareserkirin’

.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Parêzgarê Neynewa Necim Cibûrî kir û di civînê de behsa rewşa giştî ya Neynewa hat kirin û herwıha herdu alî hevnêrîn bûn ku divê rewşa Şingalê “di çarçova rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê de bê çareserkirin.”

Nêçîrvan Barzanî di civinê de piştevaniya Herêma Kurdistanê bo erk û hewlên Necim Cibûrî yên ji bo dabînkirina aramî û seqamgiriyê, çalakiyên aborî, karên mirovî û proseya avedankirinê derbirî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Neynewa, rewşa asayiş, xizmetguzarî, aborî, proseya avedankirinê, amadekariyên bo hilbijartinên Iraqê û peywendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel parêzgeha Neynewa hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê jî kir ku Herêma Kurdistanê li gel wê ye “koçberên navçeyê bi daxwaz û biryara xwe vegerin Mûsil û navçeyên din ên Neynewa, piştî ku aramî û seqamgirî li herêmên wan bicih dibe.”

Herwiha rewşa Şingalê jî di civînê de gotûbêj li ser hat kirin û herdu alî hevnêrîn bûn ku divê “rewşa Şingalê li gor rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê bê çareserkirin.”

Rewşa siyasî, gefên teror, kiryarên DAIŞê li navçeyê û çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş, ji mijarên civînê bûn ku gotûbêj li ser hatin kirin.

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin