‘Divê Parlamentoya Kurdistanê li ser Efrînê helwest nîşan bide’

Tevgera Goran û Komela Îslamî li ser Efrînê daxuyanî dan Di daxuyaniyeke hevbeş de Tevgera Goran û Komela Îslamî daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kirin ku bi navê gelê Başûrê Kurdistanê helwêstekê dijî gefên ser Efrînê nîşan bide.

Fraksyonên Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê li Palamentoya Kurdistanê li ser gef û êrîşên Tirkiyê bo ser bajarê Efrînê daxwiyaniyeke hevbeş belav kirin û daxwaz ji parlamentoyê kirin ku li dijî wan gefan helwêsta xwe nîşan bide.

 

Di daxuyaniyeke hevbeş de Tevgera Goran û Komela Îslamî daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê kirin ku bi navê gelê Başûrê Kurdistanê helwêstekê dijî gefên ser Efrînê nîşan bide.

 

Herwiha daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û hevpeymanan kirin ku ji bo rawestandina gefên li ser Efrînê bikevin tevgerê.

 

Herdu fraksyonan ragihandin ku parastina asayiş û jiyana xwîşk û birayên wan li Efrînê di stoyê civaka navdewletî û hevpeymaniya dijî DAIŞê de ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin