'Dive NATO Tirkiyeyê neparêze'

Hikûmeta Hollandayê radigihîne, heger Tirkiye bi êrîşekê re rûbirû bimîne divê NATO Tirkiyeyê neparêze.

Serokê Partiya Xirîstiyanan Gert-Jan Segers ji rojnameya Hollandî De Telegraafê re axivî û got, Tirkiye li Rojhilata Navîn bûye welatekî êrîşker û bi operasyona Efrînê sînora xwe derbas kiriye û ew vê pêgeha Tirkiyê şermezar dikin.

Gert-Jan Segers got jî, heger welatek êrîşî Tirkiyê bike û Tirkiye daxwaza alîkariyê ji NATOyê bike, divê NATO Tirkiyê neparêze.

Hikûmeta Hollandayê ji 4 partiyan pêk tê û Partiya Xirîstiyanan jî yek ji wan e. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin