Divê Kurd Pirsgirêkên Xwe Çareser Bikin!

Şeyhmus Ozzengîn

Helwesta partî û hêzên Başûrê Kurdistan, dest û desthilatdarîya erkên hêzên pêşmergan girê da û ev jî bû sebebê ku berjewendîyên Kurd û Kurdistan têkevin bin metirsîyê. Ev rewş ewlekarîya Kurdistan xistîye bin rewşek neyênî.

Bûyera 16.10.2017, bi destê beşek ji serkirde û siyasetmedarên herêmê; teslîmkirina beşek ji axa pîroz ku bi xwîna hezaran nemir û xwebexşan hatibû rizgarkirin, mînakek ku di dîroka Kurdistan de ders jê bêt girtin e.

Hin rewşa siyasî a başûrê Kurdistan û hin jî bandora vê rewşa siyasî li ser hêzên çekdar neyênî ye. Bidestxistinên miletê Kurd û Kurdistan, pêşeroja Kurdistan xistîye bin bandorek ne diyar.

Li ser vê mijarê rexne û pêşniyar pirin, lê a girîng ewe ku em rêka çareserîyê bibînin û deng bidin îrada miletê xwe.

Min berî referandûmê li ser rewşa siyasî nav mala Kurd û rewşa hêzên çekdar pir caran rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman. Hin li ser rewşa avakirina artêşa netewî, hin li ser rewşa YNK û Tevgera Goran û rewşa partîzanî bidahan nivîs derketin. Mixabin, têsîra rexne û ramanan, li ser hêzên siyasî û helwesta partîzanî bêwate ye. Mejiyekî ji berjewendîyên Kurd û Kurdistan dûr, di nav qirêja îxanet, xwefiroşî û hesabên piçûk de fetisî derdikeve ber me ku, em neşterek li damara vê nexin, wê bibe sebebê têkçûna Kurd û Kurdistan.

Kirin û bandora van hewldanên neyênî eşkereye. Tiştekî veşartî tineye.

Bi sedan caran min anî ziman û carek din dinivîsim:

Divê roj berî roj, hêzên çekdar ji bin bandora hizban derkevin. Sazîyên dewletê dest deynin ser hertiştî û tenê bandora dolivgerîyê  a van sazîyan be. Parlemento, di warekî berpirsiyar de rolê xwe bilîze. Dadgeh liser erk û parastina haq û miqûqê miletê xwe xwedî bandor be. Hêzên asayîşê birol di bin emrê dadgehê de tevbigerin û erkan bînin cîh. Em iznê nedin ku partî û rêxistin, hêzên çakdar ji bona berijewendî û têkilîyên xwe bikar bînin.

Divê hêzên çekdar di bin navenda hêzên parastina Kurdistan de bên birêkûpêk kirin. Hêzên çekdar bibin xwedîyê stratejîyek parastina niştimanî. Emir û birêkûpêk kirina hêzên çekdar ne ligor berjewendîyên hizbî, li ser esasên netewî bên avakirin. Heta niha ev bingeh nehatîye avakirin û ev xeteyek pir mezin e. Di zeafa16.10.2017 de derket ber me ku hêzên leşkerî li Kurdistan negihîştine arteşek netewî û helwest jî ji vê astan dûre. Ev jî hêza leşkerî ji serkevtinan dûr dixe û qabilîyeta hewldan û manewrayên leşkerî teng dike û dişkîne.

Serkêşên Kurdistan, bi xwedîkirina vê tehlûka mezin, bûn sebeb ku xaka azad têkeve bin metirsîyek mezin. Di vir de hemû hêz û rêxistin li gor para xwe berpirsiyarin. Her derengmayîn û hebûna her tehlûkeyekê bi xwe re bandorek metirsîdar a hîn mezintir derdixe ber me.

Pirsgirêkên di nav mala Kurd de, rewşa qâyîş û dubendîya berjewendîyên hizbî û rêxistinên Kurdistan de; di bin vê bandorê de rewşa hêzên leşkerî bêçar kir ku hêvî û berjewendîyên Kurdistan, bidestxistinên dîrokî têkevin bin rewşek neyênî. Hebûna hêzên çekdar di destê partî û rêxistinan de, hewdanên netewî dixe tehlûkê, dibe asteng û ev her tehlûka derketina şerekî navxweyî derdixe ber me. Qedera me yek jê bi vir ve girêdayî ye.

Di nav mala Kurd de du bask derketin ber me:

Baskek netewî û kurdistanî: Di nav xwe de li asta pilan û projeya netewî yekgirtî xuya nakin. Di asta netewî de, pirs û bandora hizbî, berjewendîyên grûbî hîn wek astengan xuya dikin. Ji ber van astengan jî hewlên daxwaza dewletbûnê zeîfin û nikare bi vî haweyî daxwazên girsî-netewî hinbêz bike. Îradeya ku di 25.09.2017 an de Kurdistan derxist hole, ji hêla leşkerî û siyasî de ket bin bandorek neyênî. Ji ber ku berî referandûmê ev tedbîrên ku ez tînim ziman, bi rêkûpêk nehatin çareserkirin. Li henber dorpêça herêmî, navdewletî û hewldanên dijminî-navxweyî hêza serxwebûnxwaz bêçar ma ku bipaşde gavê bavêje. Di navbera serkirdeyên siyasî û xwestinên girsê de bandorek neyênî derxist ber me ku bipaşde gavavêtin meşrû kir. Ev wek zaafek girîng derket ber me. Berî ku em girêdanên derve suçdar bikin, divê em nev mala Kurd deynin ber neşter û operasyonê!

Baskê din jî li henberê berjewendîyên netewî û Kurdistan, bi dijminên Kurdistan re têkildare. Ev hêz; pir eşkere dijraberê berjewendî, bidesxistin û avakirina dewletek Kurdistanî ye. Rola wân eşkereye. Li ser zaafên hêza netewî û niştimanî siyasetê dike û bi van zaafan xwe xwedî dike. Kural û kaîde li cem wan tineye û li ser bingehek hilweşandinê, ji bona bidestxistinên rêxistinî, şexsî û malbatî tevdigerin. Hemû hêza xwe ji bona pêşîlêgirtina daxwaza dewletbûnê bikar tine. Hevsarê vê hêzê ketiye destê dijminan û karesatên ku ji van derkevin dijminane ne.

Em dîsa vegerin ser çareserîya pirsgirêkan û rewşa divêtîyan zelal bikin:

Divê PDK xwe di berçavan re derbas bike û nû bike. Bibe pêşeng ji avakirina artêşa netewî re. Têkilîyên bi partî û rêxistinên Kurdistan re deyne ser masê û ji berjewendîyên hizbî dûr bisekine. Pirsgirêk û alozîyên ku hene li gor berjewendîyên hizbî nexwîne. Li gor berjewendîyên netewî-niştimanî binirxîne û rolê pêşengîyê ji asta metirsîyê derxîne. Li ser esasên netewî û niştimanî ji kadroyên nav YNK û Tevgera Goran yên netewî re bibe alîkar ku vê astê derbas bikin. Rê ji sazîyên dewletê re veke û ne bandora xwe, bandora van sazîyan xurt bike.

YNK mecbûre hêzên çekdar teslîmî artêşa netewî bike û neşterê li nav xwe bikar bîne. Pêşî li berjewendî û îxaneta heyî bigire. Bi şiweyek şefaf derkeve ber miletê xwe û hesab bide. Bûyera 16.10.2017 bi berpirsiyarîyek netewî bîne ber operasyonê û rê nede ku hêza leşkerî di destê berpirsên kiryarê de bimîne. Dosyayên wan teslîmî dadgehê bike û bibe alîkar. Li ser van esasan xwe nû bike û li ser esasên îlankirina seferberlika navxweyî xwe ji nûve bihone.

23.10.2017