"Divê em li nav xwe rêk bikevin, temenê rêkeftina bi Bexdayê re kurt e"

.

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd tekezî li girîngiya yekbûna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike. 

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd tekezî li girîngiya yekbûna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Eger nav mala Kurdan were rêkxistin û dahata navxwe bi temamî were komkirin, ev dê bibe tiştê herî baş a ku Kurd encam bidin.”

Mihemed Hacî Mehmûd di daxuyaniyeke rojnamevaniyê de diyar kir ku niha pêwîstiya Kurdan ew e ku nav mala xwe rêk bixin û hewl bidin ku nêzî hev bibin.

Li ser kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê jî, Mihemed Hacî Mehmûd destnîşan kir: “Iraq bi xwe rewşa wê ji ya me xerabtir e û ti car li hev nakin. Her rêkeftinek jî eger were kirin, temenê wê kurt e û tenê heta şeş mehan an salekê ye.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye