Divê em Êzdî bikaribin xwe ji hevsûdî, nezanî , kevneperestî û dîktatoriyê rizgarbikin

Kemal Tolan

Bi dîtina min, gava ku em Êzdî berjiwendiyên kesayetî, siyasî û maldariya xwe deynine aliyekî û em li nirxê dewlemendiya dîrok û çanda bavkalên xwe binêrin, emê bivînin ku baweriya me Êzdiyan ya herî kevn, tenê bi Xwedayên esmanî, wekheviya mirovatiyê û rêzgirtina ji xwezayê ye. Lewma jî ez timî dibêjim, “axretnasîna me Êzdiyan(olperestiya xwezayî) qet cûdetiyê naxe nava ti cewahir(ax, ba, av û agir/nûr û hwd.)ên ku bûne bingeha afirandina dinya û jiyanê. Êlêmênt(ax, ba, av û agir/nûr û hwd.)ên li her welat û devera ku li ser ruyê dinyayê hene tev weke hevûdinê pîrozin.

Jixwe piraniya me Êzdiyan jî, dizanin ku dagirkir û desthilatdarên Kurdistanê bi zilma siltan, padîşah, xelîfe, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirmên xwe û bi alîkariya olperestên Kurdên nezan, ew dîrok û çanda bavkalen welatêrojê serûbinkirine…

Hêvîdarim ti kes ji nêrîna min çewt fêhmneke û ez tûcarî mîna ku parlementerekî Kurd gotî, nabêjim „ji bo min nirxê serekî ol e, ….(*1)“ anjî her Kurdek mecbûre Êzdîtiyê weke ola xwe ye niha bivîne. “Hurmeta min ji hemû dîn, bîr û baweriyên li Kurdistan û cihanê de hene re heye.(*2)” Ez jî hercar mîna rêzdar xanim Bella Stûrkî gotî, dêjim:”bila dînê her kesekî jê ra bimbarek û pîroz be. Ez ti cara îzine nadime li xwe li ser mijara dîn û ola xelqe hocetan bikim. Ez besa ola xwe dikim û dêjim mixabin, kêm kesan haj ji kevneşopên Êzdiyatî hene, dîroka kijane 6 hezar sal berî zayîna Isa dihesibîne. Êzdiyatî yek ji bîr û baweriyên herî qedîm ê Rojhilata Navîn e, baweriya din ên resen e, Êzdyatî dandika mirovatya Mesopatamye ye...(*3)” Ji xwe gelek rizgarîxwazên Kurd jî dizanin, ez weke bawermendekî Êzdîtiyê timî dêjim „ Em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne(*4)”

Wexte ku, em ev Êzdî(Kurd)ên ku xwe niha di çapemenî û mediyayên ragehandinê (mînakek: keremkin binêren li rûpelên gelek kesên di https://www.facebook.com/ û hwd.) de weke „rewşenbîr, zane, nivîskar, siyasetvan, hunermend, kurdperwer, berpirsyarê oldarî, sazî, komel, dezgeh û rêxistinên” civakên netewa Kurdîtiyê didine xwanê, bikaribin ji van gotinên pêşiyan, yên ku dêjin “Merivê hevsûd, Xirabe ji şerûd(*5)”. “Dilekî rast jiyîna bedenê ye, lê hevsûdî di hestiyan de edabek e (*6)” ders(sûd) bigrin, em baş hiş û guhên xwe bidine ser van bang û gazinên hemû kurdperwerên rêzdar, yên ku dibêjin;

“Ya Rebilelem rûyê vê hevsûdyê, ku dilê meda te kirîye xinê, Em bûne garis ber bayê samê, Bela bûne nava dinê-elemê! Bela bûne nava dinê-elemê, Dihelin mîna berfa ber tavê, Usa bûye, wekî roja mirinê Ewled naghîje şîna dê-bavê! Ya Rebilelem ti xwetra xwekî, Ti vê hevsûdîyê ji nav me rakî, Tifaq-yektîya zor ti mera çêkî!(*7)”

 

“Bijare, Karvanê heyşta :

Xwezil qelpî tinebya,

Xwezil bedewra ebilû kîn nîbya,

Fêlbaz aqilra qelp, xayîn nîbya,

Qelpî tinebya, buxdan tinebya,

Hevsûdî nava îsan tinebya.

Û xirav femkin heta-hetayê

Helaliye hîmê bextê dinyayê (*8)“

Û hwd.

 

Vêca hûn jî dizanin hîna gelek helbest, nêrîn, şîrove û gotarên ilimdar, dîroknas, nîvîskar, rewşenbîr û rojnamevanên Kurden navdar, yên ku pirsgirêkên dîroka koç û qerkirina me Kurdan weha zelal didine xwanê hene. Divê em ji van şîret, êş, pisporîtiya dîroknas, lêkolînvan û berpisyarên civak-netewa xwe baş fêhmbikin û xwe ji hemû hevsûdî, nezanî , kevneperestî û dîktatoriyê rizgarbikin . Em jî wekî ku di zargotina me de hêjî tê gotin, „dem bi demê re, lê her dem bi Xwedê re“, di vê demê û di nava van derfetên ku îro li diyaspora û di nav welat de hene erkên ku dikeve ser milên xwe bînin cîh. Em rojek berî rojekê xwe li ser bingehên civakî, olî, netewî û jiyana hevparî(întegrationê) birêxistin bikin. Em piştgiriya tifaqaka tevgera rizgarîxwazên Kurdistanê xurt bikin û em Êzdî jî vî ilmê dînê Êzdîtiyê ji bin bandoriya berjiwendiyên kesên xweperest, kevneperest û dîktatoran azadbikin.

Eger yek ji min bipirse , ka em çawadikarin xwe birêxistin bikin?

– Ezê bêjimê,

„Bi balkêşî guh bidin min

Xortên ciwan, kal, keç û ciwan

Wera bêjim çiye baş jîn

Li gor ew hûn tevger bikin

Berî hezkin welatê xwe

Li tev xwişk, bav, bira`ên xwe

Hev cûdakin dost, dijên xwe

Ji bona ev tevger bikin

Ramanên pûç xwe bîrbikin

Bi aqil bin, xwe jîr bikin

Roj bi roj xwe nûjen bikin

Bo rastiyan tevger bikin

Qenc binhêrin li ev cîhan

Çira em KURD evqas paş man

Ku em yekbin, nabin POŞMAN ....... (*9)

 

- Ji bo wê divê em ;

“ rewşenbîr û pêşengen civakê bikaribin bihevre hevgirtin û tifaqeke xurt di nava ilîmdar, rewşenbîr, zane, berpirsyarên rojnaman, kovaran, dezgeh, malper û rêxistinên ku di nav û derveyî welat de bi Kurdî/Êzdiyatiyê ve alaqe dibin çêbikin.(*10)”

 

· „li goriya tifaq û pisporiya xwe, vê wêjeya kevneşop û zargotina Êzdîtiyê(tekstên lorîk, stran, kilam, çîrok, destan, beyt, cîvanok, duha, lawij, qewl û hwd.), yên ku oldarên me bi hemd anjî bê hemdî guhastine, di navendekê de tomarbikin. Di peyra bikaribin naveroka wan li goriya zimanê zikmakî sererastbikin û tevaya nûjeniya wan bi rêveberên rêxistinên civaka Êzdî û endamên Meclisa Rûhaniyên Êzdiyan bidine pejirandin.

 

· Mîna akademîsyenên xelqên dinê, bikevine nav wêje û zargotina Êzdiyan, wê kevnarî, rastiya baweriya Êzdîtiyê û dîroka me, ya ku dujminên gelê me bi darê zorê û ji bo berjiwendiyên desthilatdariya xwe guhastine lêkolîn bikin û dewlemendiya ol, çande`folklor` û dîroka me bi dewlet ên xerîb û bi ciwanên me bidine naskirin û wan mafên xwe yên ku hatine tûnekirin cardinê vegerînin.

 

· Êdî di pêwendî, çapemenî û medyayên ragehandinên xwe de, bi zimanê mîtologî, dîrok û zargotina civak-netewa xwe bipeyvin, binivisînin û bidine xwandin.

 

· Xwandin, nivîsandin û axaftina bi zimanê zikmakî li ser xwe, hemû rêveberên rêxistinên civaka Êzdî û endamên Meclisa Rûhaniyên Êzdiyan ferz bikin.

 

· Zarokên xwe, di wextê salên zarokatiyê de bi zimanê zikmakî tevî lorîk, stran, kilam, çîrok, destan, beyt, cîvanok, duha, lawij û qewlên Êzdîtiyê mezin bikin.

 

· Di dibistanên Almanya(û tevaya cîhên ku Êzdî lê pirin)yê de ne, dersa ola xwe bi fermî bidine bêrwerdekirin û hinek gavên bikêrhatî di pratîkê de bavêjin. ….. .(*2)”

 

· Û hwd.

 

„Muradê ma nesîhet bûd û gufîtm

Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm

(Mirama me şîret bûn û me kir, me hun spartin Xwedê …….)(*11)

 

Kemal Tolan- Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdîtiyê

*Çavkanî:

1. Parlementerekî Kurd Altan Tan, http://rudaw.net/kurmanci/publications/rudaw-europe/rudaw_242 rûpel:3

2. Hevpeyvîna bi Kemal Tolan re - http://www.kurdishinstitite.be/hevpeyvin-bi-kemal-tolan-reparvebike-newaf-miro/

3. Bela Stûrkî - https://www.facebook.com/bella.stirki.7?fref=ts 25. März um 13:26 4. Kemal Tolan- , Em Kurd tev mina sêvên ji darekê ne

https://www.lalishduhok.com/gotar/post/130945/?lang=ku

5. XELÎLÊ ÇAÇAN MÛRADOV- GOTINÊN PÊŞÎYAN -ji arşîva rêzdar Têmûrê Xelîl !

6. Methelokên Hezretê Silêman- http://bnk.instititkurde.org/catalogue/multimedia/detail.php?id=231

7. Prîskê Mihoyî, Babayê Keleş http://www.kurdist.ru/index.php?option=com_content&task=view&id=1167&Itemid=1

8. Fêrîkê Ûsiv- Bijare, Karvanê heyşta- rûpel: 235 de http://bnk.instititkurde.org/images/pdf/9ZTDMSJ5UC.pdf

9. Riza Çolpan - BIMRE BIRAKUJI BIJI KURDISTAN , Weşanên Dersim 1997, Rûpel: 47-48 TEVGER BIKIN 10. Ji rewşenbîr û pêşengên civaka Ezdî ra http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ji-rewsenbir-u-pesengen-civaka-ezdi-re.html

11. Wesîyeta Qazî Mihemed ji bo gelê kurd : http://www.mezopotamya.gen.tr/drok-tarih/wesyeta-qaz-mihemed-ji-bo-gel-kurd-h2029.htm