Ezê vê nivîsa xwe, dîse bi forma analîzê, balam li gel hinek pirs û pirsgirêkan belav bikim. Ji ber ku di analîzande pirs/pirsgirêk, problem, metod û pêşneyarên çareserîyan jî başa ku hebin. Armanc ji analîzê ne ewe ku hinek bên rexnekirin, pelixandin û îdamkirinên gelerî/resmîyetî. Armanc û hedef ewe ku heta pêkanbe da rastîya meselê/realîta fenomenê, hişkere bibe û gelek tiştên giring darîçav bibin.
A: hûcûma rejîma Şamê li ser her du tarên Halebê; Eşrefîyê û Şêxmaksûd; çima û çilo destpêkir? Ma hemî tişt bi îxaneta çend eşîrên ereban ve ku hevalbendên serokatîya şervanên kurdabûn ve, karet bêt girêdan ? Çawa çêbû ku bi derbekê de bi sedan (li gor hinekedin bi hezaran) şervan û yên ne-şervan/sivîlên kurd hatin kûştin û dîl/esîr hatin girtin? Ha, ez vê jî bêjim ku ne pêwîste ku merov strateg û pisporê şer û leşkerîbe da bikarê bersivan van pirsan bide!.
B: wa dîyara ku ev derba li Halebê û li der û dora wê, ku li kurda ket, pir mezinbû û lewra jî bandoreke psîkolojîya mezin li serokatîya Rêveberîya xweser kir, morala wan pir şikest û hêvî kêmbûn û eve rewş ji bo coxrafya Kurdistan/Rojavabû. Lê ma gelo çima hebûna bi hezaran şervanên kurd hêvî û cesaret neda wan ? Ez nabêjim ku li Halebê anjî li cihên din yên ereban, bere morala kurdan bilindbana anjî şer kiribana na, na - ez ne wê dibêjim, gotinamin eve ku bo axa/xaka kurdana; yanî Rojava bi xwe pir şikestî bû û ket rewşeke bêçare û neçarîyê. Çima gelo ?
Ma organîza û organîzetorê Rêveberîya xweser nebûn/nînin; ku karibin analîzên politîkî bikin, cesaret û morala gel bilindbikin/zêdebikin. Divêt hebin, helbet wê hebin jî; lê ma gelo çima ew fonksîyon ne kete dewrê de ?
C: divêt Rojava bêt parastin û em hemî piştgirîya wê bikin, lê înîsîyatîv û berpirsîyarî ya rojavayîyane/ya rêveberîya xwesere. Gelek qezencên kurdan û kurdayetîyê bi keda rojavayîyan hatine peydekirin, bi hezaran can û cananên me, ji bo van qezencan xwe gorî kirine. Nabêt ku qezencên mîna zimanê kurdî(dibistan/ûnîvêrsîte, radio/TV, kovar/rojname û formên din yên kultûra kurdî) ji dest herin. Eve kar, xebat ,tekoşîn bê goman ne hêsana (rejîma li Şamê; ne demokrate/ne hûmanîste/ne lîberale) û eve gelek zanyarî û cesaret dixwaze – gelek hevkarî/hevpeyman li gel kurdan/dostan pêwîstin. Ji tecrûbên Başûr yên salên 1990-2000 an sûd bigrin/îstîfade bikin û van berheman/van qezencan bikne slogan/norm/hedef û rojek, hefteyek demên dirêjin – zû bi zû halbikin/bixne garantîyêde – eger wa nebê, wê tişt ji destan biçin û sibe karêt derengbe.
Di kultûra politîka Şamê de empatî nîne, hele hele ojdan û însaf hîç nîne. Eger rojavayî ji van ked û qezencên xwe, werne xwarê; bi gotinekedin, ku ew eger tawîza bidne ne-demokrat û ne-hûmanîstan, hingî eve gotina pêşîyên me, wê bêt bîra me: ”KU JI HESPÊ PEYABÛ Û LI KERÊ SIWARBÛ”.
Nuri Aldur