Dîsa heman çîrok; dîn û watan

Serokwezîrê Tirk tevî wezîrên xwe seredana Kurdistanê kiriye

Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim di 17ê Mijdarê de tevî  5 wezîrên xwe ku di nav wan de cigîrê serokwezîr, Wezîrê  Karûbarê Hundir û Wezîrê Belgirîyê hebûne û bi tevî Serokê Dîyanetê serdana bajar û navçeyê  Kurdistanê Şirnex, Cizîra Botan û Geverê kirîye li wê serdana karargehên xwe yên leşkerî kirine, leşker birîfng dane wan. Li wê xwepêşandan li dar xistine; xwendekar, karkirên şaredarîyê ku şaredarî bi qayûm dihên îdarekirin û karmendên qaymeqamîyê û malbatên wan jî mecbûr kirine ku ew jî beşdarî xwepêşandinê bibin.

Binalî û wezîrên xwe ji xelkê re xwe xweş kirine; vekirina hin avayîyan kirine  û camîyan vekirine. Binalî carna di axaftina xwe de gotinên bi kurdî "ser sera ser çawa" bi kar anîye, gotîye ; "hûn karin bi kurdayetîya xwe bi gurur bin lê cûdayayî li vê watanê nabe, ew hemû di bin alaya Tirk de dijîn, dînê wan, pêgemberê wan, dewlet û ala û watanê wan yek e."  Û "rêxistina terorî" xistine hedefa xwe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin