Dîroknas Cemal Nebez, koça dawî kir

Roja şemiyê 8ê Kanûnê nivîskar û bîrmendê navdar ê Kurd Profesor Dr. Cemal Nebez di temenê xwe yê 85 salî de, ji ber nexweşiyekê li paytexta Almanyayê bajarê Berlînê koça dawî kir.

Termê Profesor Dr. Cemal Nebez bi rêya Balafirxaneya Silêmanî tînin Kurdistanê.

 

Xwişka nivîskar û bîrmendê navdar ê Kurd mamoste Cemal Nebez, Nîmet Tofîq ragihand: “Em spasiya hemû wan kesan dikin ku bi boneya koça dawî ya Profesor Dr. Cemal Nebez hevxemiya xwe ji me re nîşan dane.”

 

Nîmet Tofîq di peyama xwe de dibêje: “Em termê mamoste Cemal Nebez tînin Kurdistanê û li ser axa pîroz a Kurdistanê tê veşartin. Termê wî ji Almanyayê tînin Balafirxaneya Silêmaniyê.”

 

Biryar e li Balafirxaneya Silêmaniyê merasîma pêşwazîkirina termê Profesor Dr. Cemal Nebez were encamdan.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin