Dîma Mûsa: koçber li navçeya aram nayên bicihkirin

Cîgira Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê, Dîma Mûsa derbarê egera veguhastin û bicihkirina koçberên Idlib û Hemayê li navçeya aram, ragihand, ti planeke wan ji bo veguhestina koçberan ji navçeyekê bo navçeyeke din nîne.

Cîgira Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê, Dîma Mûsa derbarê egera veguhastin û bicihkirina koçberên Idlib û Hemayê li navçeya aram, ragihand, ti planeke wan ji bo veguhestina koçberan ji navçeyekê bo navçeyeke din nîne.

 

Dîma Mûsa herwiha got, xelk bi xwe jî naxwazin li cihekî din bicih bibin û tenê dxiwazin vegerin ser cih û warên xwe.

 

Bi gotina Dîma Mûsa, ti koçberek nayê neçarkirin, bi zorê li cihekî bê bicihkirin, lê tekez kir, eger rê bi wan bê dayîn, koçber bi xwe azad in ku biçin.

 

Cîgira Serokê Îtîlafa Opozisyona Sûriyê herwiha amaje bi berdewamiya êrîşên hêzên hikûmeta Sûriyê bo ser navçeyên Idlibê kir û daxwaza rawestandina wan êrîşan kir.

 

Dîma Mûsa wiha axivî: “Weke min got, Idlib piştî Idlibê nîne, û bi rastî hemû navçeyên din jî tijî niştecî ne. Em ê tu kesî ji naçeyekê neveguhêzin navçeyeke din, bijarde bo wan e, û xelk hêj li benda ragirtina vê êrîşa serbazî ne.

 

Îro ez ligel jinekê axivîm ku ji Kefrenbil koçberî bakurê Idlibê bûye, û min ev yek jê pirsî, gote min, nexêr, em tenê dixwazin vegerin malên xwe. Lê tenê em dixwazin ev bombebaran raweste. Lewma tu plana me nîne ku sivîlan ji her cihekî veguhêzin cihekî din, û li gor pêwendiya me bi wan re ew jî naxwazin herin, lê ew azad di çûnê dem eger rê ji bo bê dayin.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin