Dilşad Şehab: Nêçîrvan Barzanî ji sala 2022yan ve ji bo pêvajoya aştiyê dixebite

.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê hûrgiliyên hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo gihîştina vê qonaxa pêvajoya çareseriyê eşkere kir û got, “Nêçîrvan Barzanî ji sala 2022yan ve ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê dixebite.”

Tê çaverêkirin ku hefteya bê hejmarek gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî “niyetpakiyê” li Herêma Kurdistanê çekên xwe deynin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û danîna çekan a PKKyê ji nûçegihanê Rûdawê Bextyar Qadir re axivî.

Dilşad Şehab li ser rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di pêvajoya çareseriyê de anî ziman:

“Baweriya neguher a Serok Nêçîrvan Barzanî ew e ku tekane rê ji bo çareseriya pirsgirêkan diyalog, têgihiştin û aştîxwazî ye.”

Dilşad Şehab amaje bi rola Serok Mesûd Barzanî ya bi taybetî di qonaxa yekem a pêvajoya aştiyê ya sala 2013an û serdana wî ya bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê de kir û got:

“Cenabê Serok Barzanî bi xwe rasterast di meseleyê de beşdar bû û çû serdana Tirkiyeyê û tiştên erênî nîşan da û cihê razîbûn û bi Kurd û Tirk û pêkhateyên din ve dilxweşiya hemû xelkê Tirkiyeyê bû.”

Dilşad Şehab amaje bi wê yekê jî kir ku hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê nû nînin û da zanîn:

“Ez behsa salên berî 2010an dikim dema germiya pevçûn û alozîyan de…

Wê demê jî Cenabê Kek Nêçîrvan Barzanî li gel her du aliyan, rasterast û nerasterast li gel serkirdeyên PKKyê û rasterast û bê dudilî li gel Serokatiya Tirkiyeyê di hewldanan de bû.”

Dilşad Şehab da zanîn ku tevî ku qonaxa yekem a aştiyê “têk çû û negihişte encamê, ew nebûye sedema wê yekê ku Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê dest ji hewlên xwe berde”.

“Serokê Herêma Kurdistanê di pêwendiyê de bû”

Dilşad Şehab diyar kir ku ji piştî sala 2022yan hewl zêdetir bûne û anî ziman:

“Serokê Herêma Kurdistanê rasterast bi hemû wan dezgeh û rêyên ku ji bo cenabê wî mumkin bûne, ne ku tenê bi du aliyên serekî re di heman demê de bi rêya pêwendiyên xwe yên dîplomasî li gel cîhan û civaka navneteweyî ji bo ku ew jî alîkar bin di pêwendiyê de bû.”

Dilşad Şehab destnîşan kir ku di hewl û serdanên Serokê Herêma Kurdistanê yên Tirkiyeyê de pêvajoya çareseriyê bi taybetî hevdîtina wî ya dawî ya li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li Antalyayê “yek ji mijarên sereke bû”.

Şehab li ser gavên paşerojê yên di pêvajoya çareseriyê de jî got:

“Ew nîne ku divê em hemû li hêviya wê yekê bin ku divê PKK wiha bike?

Bi dilniyayî li hemberî vê jî dewleta Tirkiyeyê plan dike û xwedî bername ye ku piştî gavên danîna çekan êdî Parlamento dest bi karê kiryarî bike û gavên din bi dû de tên.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê bi geşbînî behsa paşeroja pêvajoya kir û anî ziman:

“Bi kêfxweşî, gav ber bi aliyekî pir baş ve tên avêtin û gelek hêvî hene ku di demeke nêzîk de ji aliyê PKKyê ve gavên pratîkî werin avêtin.

Pêvajoyê gelek hêvî afirandin û em jî bi hêvî li paşeroja vê pêvajoyê dinêrin.”

Rudaw

Siyaset Haberleri

Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya
Dêrsimî dixwazin mayîn werin rakirin: ‘Heyf e!’
Tirkiyeyê li ser xwenîşandana Tirkmenan a li Kerkûkê daxuyanî da