Dîlan bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Dîlana keça siyasetmedarê naskirî û yek ji damezrênerê PAKê Mehmet Dîlan îro bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Dîlana keça siyasetmedarê naskirî û yek ji damezrênerê PAKê Mehmet Dîlan îro li Bremenê bi merasîmeke girseyî û bi dilekî xemgînî hat veşartin. Bi sedan hemwelatî, siyasetmedarên Kurd bi ala rengîn Dîlana 27 salî bin ax kirin. Dîlan piştî nexweşiyeke giran du roj berê jiyana xwe ji dest berdabû.

Endamê Meclîsa PAKê û yek ji rêvebirê rêxistina Almanya M. Alî Yildirim di merasîmê de axaftinek kurt kir, xemgînîya xwe da diyarkirin û spasî siyasetmedar, rewşenbîr û hemwelatiyan kir ku beşdarî merasima veşartina Dîlanê bûne.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin