Dijîterora Kurdistanê li ser girtin û teslîmkirina terorîstekî DAIŞê daxuyaniyek belav kir

.

Dezgeha Dijîterora Kurdistanê ragihand, ew terorîstê ku çend roj berê li Hewlêrê hatibû girtin, teslîmî berpirsên Iraqî hat kirin.

Rêveberiya giştî ya dezgeha Dijîterora Kurdistanê li ser girtin û teslîmkirina wî terorîstê DAIŞê ku çend roj berê li Hewlêrê hatibû girtin, zelalkirinek belav kir.

Di daxuyaniya Dijîterorê de hatiye gotin:

“Van rojan nûçeyek ji aliyê hinek dezgehên medyayî ve hatiye belavkirin ku qaşo dezgehên ewlehiyê yên Iraqê terorîstekî DAIŞê li Hewlêrê girtine. Ew nûçe û agahî derew in û rast nînin.

Ji ber wê jî em li vir rastiya wê yekê ji xelkê Herêma Kurdistanê re dibêjin;

Roja 9 Kanûna sala 2020 di operasiyonekê de li nav bajarê Hewlêrê, terorîstekî DAIŞê bi navê Beşar Mistefa Hafiz Ednan El Uweysî ji aliyê hêzên me ve hat girtin. Wî terorîstî çendîn çalakiyên terorîstî li nav bajarê Bexdayê kiribû. Çimkî wî terorîstî li Bexdayê çalakiyên terorîstî kiribû û dezgehên ewlehiyê yên Bexdayê jî bi fermî daxwaz ji me kiribûn em wî teslîmî wan bikin. Daxwaza fermî ya Bexdayê roja 24 Sibata 2021 gihîşt destê me û me jî ew terorîst teslîmî wan kir.”

Kurdistan Haberleri

Hevkariya nû ya Îraq û Amerîkayê Pêşmergeyan jî li xwe digire
Goreke komî li nêzî balafirgehê hat dîtin
Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe