Dije-Terora Kurdistanê li ser êrîşa DAIŞê daxuyaniyek belav kir

.

“Hêzên Pêşmerger êrîşa terorîstî têk birin û niha rewş di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.” 


Di daxuyaniyê de Dije-Terora Kurdistanê ragihand: “Berbanga îro şemiyê çekdarên grûpa terorîstî ya DAIŞê li bilindahiyên nêzîkî gundê Pirkan li sînorê Mîhwera Pênc a hêzên Pêşmerge êrîşî sengerên Lîwaya 10 ya Hêzên Pêşmerge kirin.”

Herwiha hat eşkere kirin: “Hêzên Pêşmerger êrîşa terorîstî têk birin û niha rewş di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.”

Li gor zanyariyên K24ê, di êrîşê de 3 Pêşmerge şehîd bûne û 2 Pêşmerge jî birîndar bûne. Herwiha di demeke kêm de Pêşmerge rewş kontrol kiriye û çekdarên DAIŞê neçar mane ku birevin.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye