Dije Terora Kurdistanê bo hêzên milîs: Hûn terorîstên tirsonek in

Dije Terora Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Facebookê bersiva fermandarekî koma Seyîdul Şuheda ya Heşda Şeibî, Ebû Ala El Welaî da. 

Dije Terora Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Facebookê bersiva fermandarekî koma Seyîdul Şuheda ya Heşda Şeibî, Ebû Ala El Welaî da û ragihand: “Hûn ne nûnertiya Iraqê dikin û ne jî xwediyê statuyeke fermî ne, hûn terorîstên tirsonek in û li ser daxwazên axayên xwe welat wêran dikin.”

Duh fermandarekî koma Seyîdul Şuheda ya Heşda Şeibî, Ebû Ala El Welaî êrişî Herêma Kurdistanê kiribû û gefa wê yekê xwaribû, dê nehêlin qanûna budceya Iraqê bi sûda Herêma Kurdistanê were pesendkirin.

Îro çarşemê Dije Terora Kurdistanê bersiva Ebû Ala El Welaî da û ragihand: “Hûn ne nûnertiya Iraqê dikin û ne jî xwediyê statuyeke fermî ne, hûn terorîstên tirsonek in û li ser daxwaza axayên xwe hûn welat wêran dikin û her roj li cihekî kiryarên terorîstî encam didin, hemwelatiyên sivîl dikin qurbanî û cihên giştî û firokexaneyên medenî mûşekbaran dikin û êrîşî hevpeymanan dikin.”

Herwiha Dije Terora Kurdistanê eşkere kiriye ku “We di 16ê Cotmehê de xwe li hember Serok Barzanî ceriband, lêbelê we şikest xwar û şermezarî ji we re ma”.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye