Dije Terora Kurdistanê: Bi firokeya bêfirokevan êrîşî Balafirgeha Hewlêrê kirin

.

Dije Terora Kurdistanê ragihand; êrîşeke mûşekî bi ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de hat kirin. 

Dije Terora Kurdistanê ragihand; bi firokeyeke bêfirokevan êrîşek bi ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de hat kirin.

Piştî êrîşê, dengê zengila agahdariyê li Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hat lêdan.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê ku ji çavkaniyekî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî wergirtine, di êrîşê de zirar negihiştiye canê ti kesî, tenê zirarên maddî hene.

Dije Terora Kurdistanê eşkere kir ku îşev di demjimêr 22:30 de bi rêya firokeyeke bêfirokevan a bombekirî ve êrîş bi ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de hatiye kirin.

Herwiha ragihand ku zirar negihiştiye canê ti kesî û tenê agir li pûş û pelaşan ketiye û tîmên agirkuj bi temirandina şewatê ve mijûl in.

Rêveberê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji K24ê re ragihand; liv û tevgerên balafiran nesekinîne û geştên balafirgehê li gor bernameya xwe didomin.

Ehmed Hoşyar eşkere kir ku rewş di bin kontrolê de ye û hêzên ewlehiyê serperiştiya rewşê dikin, loma geştên balafiran nedane sekinandin.

Ev êrîş di demekê de ye ku beriya niha serkirdeyê milîsên Ketayîbê Seyîdulşuheda Ebû Ala Welaî gef li Amerîkayê xwaribû û gotibû ku her li kû derê dibe bila bibe, ew ê êrîşî hêzên Amerîkayê bikin.

Kurdistan Haberleri

Gundî li hemberî DEDAŞê rabûn ser pêyan: Rêya Amed û Mêrdînê hat girtin
HSD: Hêzên hikûmeta Sûriyeyê li Dêr Hafirê êrîşî 4 çeperên me kirin
Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa li Sûriyeyê hişyarî da
Nêçîrvan Barzanî û Balyoza Almanyayê rewşa Sûriyeyê gotûbêj kir
Hinek leyîstokên Kurdan ên kevnar