Dihok/ TSKê mifgefta gund kir baregeh

Piştî bombebarana li sînorên Herêma Kurdistanê, li Dihoka Başûrê Kurdistanê,mizgefteke gundekî, bo TSKyê hate qerebûkirin. Mizgefta ku kirin baregeha artêşa tirk, ji aliyê hêzên PDKê ve tê parastin.

Weku tê zanîn, xelkê Şeladizê, bi armanca şermezarkirina bombebaranên balafirên şer ên tirk, avêtibûn ser baregeha Sîre ya TSKê û agir berdabûn baregehê.

Piştî protesyotên ku 2 kesên sivîl can dabûn û bi dehan kes jî hatibûn desteserkirin, mizgefta gundê Kîryader a ser bi Şeladiza Duhokê,  bo MÎT û TSKê hate qerebûkirin.

Mizgefta ku bi TSKyê  qerebûkirî, ji aliyê pêşmergeyên Partî Dîmokratî Kurdistan (PDK) ve tê parastin.

Welatiyên wî gundî bertek nîşanî vê yekê dan û gotin "Ne pêkan e em vê yekê qebûl bikin, lewre, li gundê me tekane mizgeft e ku welatiyên vî gundî bi alikariyan ew mizgeft ava kirine. Tiştê ku herî zêde zora me diçe ev e ku pêşmergeyên PDKê li derûdora mizgeftê nobetê digire"

(artıgerçek)

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin