Digel biryara vekişînê, Amerîka hebûna xwe li Sûriyê zêde dike

Li gor ku Ajansa Anadoluyê (AA) belav kir, digel biryara vekişîna ji Sûriyê, ya Amerîkayê, Amerîka bo herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk, 400 barhilgirên keresteyên leşkerî û lojîstîkî barkirî, veguhast.

AAyê, da zanîn Amerîka, dora 150 barhilgirê ku tê de zîrepoş, jenator û keresteyên lojîstîkî şandiye bo herêmên di bin kontrola HSDê de ne.

Di nûçeya bi serenavê 'Amerîka nîşaneya ku ji herêmê venakişe daye' de, AAyê, agahiyên xwe siparte çavkaniyên xwe yên herêmî û got piştî biryara vekişîna Amerîkayê, Amerîka heta niha 400 bargilgirên leşkerî û lojîstîkî veguhastiye herêma HSDê û doh jî 150 bargilgirên keresteyên lojîstîkî gihîştiye herêmê.

Wateya veguhastina jenatoran jî AAyê wisa şîrove kir: "Veguhastina jeneratoran tê vê wateya ku Amerîka dixwaze, pêdiviyên enerjiyê di baregehên xwe de bi van jeneratoran bike ku baregehên nû dê werin avakirin."

Herwiha di nûçeyê de hatiye gotin, Amerîkayê beyî ku bi kamûflajan wan barên van barhilgiran veşêre tîne herêmê û dema şandina van hêzan jî manîdar e û ev yek di demekê de ye ku şandeyeke Tirkiyê li ser mijarên Minbic û herêma ewle li Amerîkayê ne û ev yek berî civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya bo Têkoşîna li dijî DAIŞê encam da.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin