Didem Arslan Yilmaz axaftina bi Kurdî qut kir û got: Ev der Komara Tirkiyê ye

.

Pêşkêşvana kanala televîzyoneke Tirkiyê Didem Arslan Yilmaz ji ber ku mêvanê bernameya wê bi zimanê Kurdî axivî, ew asteng kir û got: “Ev der Komara Tirkiyeyê ye”

Li ser mijareke civakî Turkan Taşçi bû mêvanê bernameya Didem Arslan Yilmaz a televîzyona Show TVê lê ji ber bi zimanê Kurdî xwest bi axive telefona wê hat qutkirin.

Didem Arslan Yilmaz di weşanê de got: “Na,na Turkan xanim, divê em jî fêm bikin. Telefona Turkan xanim qut bikin. Nikare heqaret li keçikan bike. Ez jî hinek Kurdî dizanim, qet nabe. Bila meta wan beşdar bibe û xweşik bi Tirkî biaxive em dê fêm bikin. Ev der Komara Tirkiyê ye. Em wî zimanî nizanin, eger me zanibûna me dê bi axiviya jî û têbigihiştîna. Ez nizanim.”

Piştî van gotinên Arslan, li medyaya civakî gelekî nerazîbûn hat nîşandan û ew wek helwesteke “nîjadperestî” hate binavkirin.

Bi taybet li Tiwîtterê  bi heşteka “#haddinibildidemarslan /hedê xwe bizanibe Didem Arslan Yilmaz” ji her beşê civakê nerazîbûn û şermezarkirin derket pêş.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye