DIAKURD li Bonnê konferansa akademîk a diyasporaya Kurd li dar dixe

.

DIAKURD li bajarê Bonnê yê Almanyayê, di 13ê Hezîrana 2026an de konferanseke akademîk a girîng bi navê "Diyasporaya Kurd – Hêza Transneteweyî û Perspektîfa Pêşerojê" li dar dixe. 

Konferans wê li navenda Wissenschaftszentrum Bonn bi axaftinên Cîgirê Serokê Civaka Kurd li Almanyayê Mehmet Tanriverdi û Serokê DIAKURDê Adnan Axacan dest pê bike. 
Di nava beşdarên herî diyar ên konferansê de kesayetên wekî Şîfa Barzanî, Şêx Murşid Xeznewî û Keya Îzol cî digrin ku wê li ser perspektîfên pêşerojê yên diyasporayê nêrînên xwe parve bikin.

Rola diyasporayê di doza Kurd de
Di beşa duyem a konferansê de paneleke akademîk bi moderatoriya Prof. Dr. Çînur Qaderî û bi beşdariya zanyarên naskirî yên wekî Prof. Dr. Hamit Bozarslan, Prof. Dr. Bahar Baser û As. Prof. Yaşar Abdulselamoğlu pêk tê. Di panelê de wê bi hûrgulî li ser rola stratejîk a diyasporayê ya di doza Kurd de bê rawestîn. 

Konferans wê di saet 17:00 de bi ragihandina deklarasyonekê bi dawî bibe. Ji bo beşdariyê divê serlêdan herî dereng heta 31ê Gulana 2026an bi rêya formên taybet bên kirin.

Kurdistan Haberleri

Mesrûr Barzanî li ser pirsgirêka benzîn, elektrîk, meaş û avakirina hikûmetê daxuyanî da
PWK li Swêdê beşdarî behî û merasima pakrewanên pêşmergeyên Komeleya Şoreşger ya Zahmetkêşên Kurdistanê bû
YNK û PDK li Hewlêrê civiyan
Çekdarê ku keziya şervana Kurd birîbû di xwenîşandanekê de derket holê
Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê li ser Rojeva Siyasî ya Kurdistan, Îran û Herêmê