Diakurd: Komkujiya herî girseyî û xûnavî di dîroka Kurdan de, Enfal

.

Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd) bi boneya salvegera 33emîn a jenosîda Enfalê, peyamek belav kir.

Daxuyaniya DIAKURD wiha ye:

Komkujiya Enfalê li Başûrê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baas ve dijî Kurdan hate pêkanîn. Hikumeta Herêma Kurdistanê roja 14’ê Nîsanê weke roja Enfalê nas kiriye, Bi gor hin çavkaniyan di 8 qonaxên Enfalê de zêdetirî 182 hezar Kurd di navbera 21 Subat 1988 û 6’ê Îlona 1988 de hatin qe-tilkirn, Enfala Kurdan ne navê komkujiyek tenê ye, navê rêze-komkujiyan e.

Ji Zaxo heta Hemrînê warên Kurdan hatine wêran kirin û ji holê hatine rakirin. Li Qeladiza Silêmanî, Şiwan û Axçelera Kerkûkê û gelek deverên din piraniya Kurdên li van deveran dijîn têne kuştin, yên dimînin jî direvine Rojhilatê Kurdistan, Îran û Bakûrê Kurdistanê. Gelek jî dîl têne girtin û di kampên tunekirinê de tên komkirin.

Bi deh hezaran Kurdên Feylî yên herêma Kerkûk, derdora çemê Dîcle dijîn, bûn qûrbana ceri-bandina çekên kîmyawî. Di dema Enfalê de bi 10 hezaran Kurd destpêkê li kampan dihatin bicihki-rin û piştre wana didan ber guleyan û ew piştre diavêtin gorên komî.

Dema bi navê enfalê ev wehşete dihate encam dan, ku Enfal navê ayetekê ye ji Quranê ye, li hemû cîhanê teybeten li welatên Îslamê bêdengiyeke reş û tarî hebû.

Piştî hilweşandina rejîma Seddam, sala 2003, bi sedan gorên komî yên Kurd û Şiîyan li Iraq û li Başûrê Kurdistanê hatine dîtin û heta niha jî gelek gorên komî yên ku bi 10 hezaran Kurd têde ha-tine veşartin nayên zanîn.

Me heta niha neşiya pêşiyê li Enfal û gelek komkujiyên din bigirîn. Gelê kurd heta ku mafên xwe yên rewa bi dest neyîne, nebe xwedî dewlet û serweriya xwe, dê her tim di bin tehdîda komkojiyên wek Anfalê de be. Rê li ber girtina komkujiyên nû, tenê bi yekrêzî, rêz li hev girtin û hemahengiya siyasî di navbera hêzên kurdan de mumkune.

Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd)

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan