Di zimanên xizmetê yên KADES’ê de kurdî tuneye

.

KADES’ê ragihand ku sepana wê bi 6 zimanan xizmet dide lê di nav van zimanan de zimanê kurdî ku li Tirkiyeyê piştî tirkî herî zêde pê tê axaftin tuneye. 

Sepana Piştgiriya Lezgîn a Jinan (KADES) ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji bo jinên ku tundî li wan tê kirin alikarî bixwazin hat pêşxistin û di sala 2018’an de dest bi xebatê kir, dest bi dayîna xizmeta bi 6 zimanan kir. Miduriyeta Giştî ya Polisan, li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku sepana KADES’ê bi tirkî, farisî, erebî, îngilîzî, rûsî û fransî dest bi xizmet dayînê kiriye. Lê zimanê kurdî ku li Tirkiyeyê piştî tirkî herî zêde pê tê axaftinan di nav van zimanan de cih nagire. 

Li ser hesabên xwe yên medya civakî Jinan, bertek nîşanî cih nedayîna zimanê kurdî ya KADES’ê da û Fatma Altinmakas ku salek berê ji ber tunebûna wergervan îfadeya wê nehatibû girtin û piştre ji aliyê hevjînê xwe hatibû qetilkirin bi bîr xistin û pirsa ku çima cih ji zimanê kurdî re nehatiye veqetandin kirin.

Kurdistan Haberleri

Politico: Amerîkayê kontrola şerê li dijî Îranê winda kiriye û êrişa bejayî take bijarde ye
Ji bo cara yekem.. Hikûmeta Sûriyeyê li Şam û Helebê Newrozê pîroz dike
Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku Pakistanê nexweşxane bombebaran kiriye
Destûr hat dayîn ku çekên welatên biyanî di ser Tirkiyeyê re derbas bibin
Şertên rêkeftina petrolê ya Hewlêr û Bexdayê çi ne?