Li gora nûçeyek ku di roja 08.1 ”2.2023yan ji alîyê Serekatîya Karên Dîyanetê (Diyanet İşleri Başkanlığı) derçûye; jibo xutbeyên rojên înîyan û cejnan, di Derîyê Dewlet-e da dê bi 8 zimanan xizmet were kirin. Li gora haydarîyên Serekê Dîyanetê Alî Erbaş, ev xizmet bi zimanên tirkî, erebî, almanî, fransî, ingilizî, spanyolî, italî û rusî ye. Divê were nîşankirin ku ev karê Alî Erbaş, bi hevkarîya Ofisa Zivirîna Dijital ya Serekcumhurî ve tê pêkanîn. Ev tê wê manayê ku ew biryar, ne tenê biryara karê dezgeha olî ye, heman biryar ji alîyê serekdewletê ve jî hatîye pejirandin. Ev haydarî, bi hesabê Medya Sanal ya Alî Erbaş ve hatîye kirin. Heman politika ji alîyê Wezareta Tendurustîyê ve jî hatibû ragihandin. Bi gotineka dî, di van her sê dezgahên dewletê da karanîna zimanê kurdî qedexe ye. Her wekî ku di Meclisa Tirkan (TBMM) da jî kurdî qedexe ye û di nivîsarên resmî yên meclisê da jibo zimanê kurdî, ”zimanekî nedîyar” tê bikaranîn.
Çend numûne jibo giringîya zimên
Jenosida zimên, li gora Neteweyên Yekbûyî (NY), paragraf III weha hatîye nasandin: ”Pêşîlêgirtina bikaranîna zimanê grubekê di jîyana rojane û dibistanan da, yan jî qedexekirina çapkirin û belavkirina berhemên bi zimanê grubê.”
Rêxistina Parastina Zimanan (Terralingua): ”Eger bawerîya me bi demokrasiyê tê, eger bawerîya me bi azadîya derbirinê, mafê civîn û jîyanê tê; divê em mafê jîyanê bidin zimanên tehdîtkirî jî. Peyivîn, xwendin û hîndekarîya bi zimanê xwe divê mafekî însanî be.”
Zimannas Tove Skutnabb – Kangas :”Ji bona ku dinya me pirrengîya xwe ya biyolojik biparêze û bijî; divê pirrengîya zimên û kulturê bê parastin û bijî.”
Zimannasê Katalonî Carme Junyent, di derbarê mirina zimanan da tiştên balkêş gotîye: ”Mirina zimanan, qasî mirina lawir (heywan) û nebatan tesîrê li mirovan nake. Ev, paradoksek e. Ji ber ku eger em bidin ber hev, hejmara zimanên ku dimirin, ji hejmara heywan û nebatên ku dimirin, pir pir zêdetir e.” (Dergûşa Nasnameyê, Weşanên Skolverket, 2002 Stockholm / Swed)
Du Madeyên Neteweyên Yekbûyî (NY)
Neteweyên Yekbûyî (NY), bi gotina xelkê, Koma Miletan (KM), di 24.10. 1945an da li Amerikayê hat damezrandin. Xwedêgiravî jibo parastina aştîya cîhanê û parastina wê ye ku hevkarîya abûrî, civatî û çandî ya navberneteweyî di raya giştî da kirîye amanca xwe.
Lihevhatina ewil di 12.06. 1941an da li Londrayê derçûye ku ”hem di şer da û hem di aştîyê da digel gelên dî xebateke muşterek were kirin.” bû gava ewil jibo KM. Prensibên ku ji alîyê Serekê Amerikayê Franklin Rossevelt û Serekwezîrê İngilistanê Wilson Churchill ve di 14.08. 1941an da hat pêşkêşkirin ku bi navê ”Şertê Atlantikê” tê naskirin. Di 01.01.1942an da 26 welat ku li hemberî ”Welatên Mihver”ê di şer da bûn, wê şertê qebûl kirin. Di 30.10.1943an da li Moskova lihevhatinek ji alîyê Sovyetê, Britanyayê, Amerika û Çînê ve hat îmzakirin. Ev hedef bû sebeb ku di 01.12.1943an da li Tahranê Amerika, Sovyet û Britanya peymanek îmza bikin. Civîna giştî ya ewil a KM, di 10.01.1946an da li Londonê bi beşdarîya 51 welatan pêkhat û endamên wê li gora hesabên 2011an 193 welat in.
KM. Made 1) Mafê hemî gelan heye ku dahatuya xwe bi destê xwe tayîn bikin. Made 6) Mafê hemî dewletên endam heye ku sînorên dewletên xwe biparêzin.
Wek em di van du maddeyan da dibînin, dijberîyeke berbiçav di naverokên wan da heye. Li gora maddeya 1ê mafê gelê kurd heye ku dahatuya xwe bi destê xwe û bi awayeke azad tayîn bike; lê li gora maddeya 6an jî mafên dewletên dagirkerên welatê me Tirkîye, Îran, Îraq û Surîye jî hene ku sînorên xwe yên heyî biparêzin û nehêlin ku neteweyê kurd qedera xwe bi îradeya xwe ya azad tayîn bike.
Alaya Kurdistanê Pîroz be!..
”Alê Kurdan (rastî ala ye), di nav Rok(Rojek)
Çi bedew û biheybet
Bi çar reng î, rengên te
çi delal û çi xweşkok
Xêzek kesk û xêzek sor
Nav sipî û nîvek zer
Keskesor e, bi Roj e
Ev li jêr û ew li jor
Semyana (sermîyan) keç û lawan
Rûmeta jin û mêran
Neyarên te pir jî bin
Tu dê bidî bera wan
Ko çirisî Roja te
dê belav bin mij û dû
Rabe ser xwe serbilind
Nîzing bûye roja te” (Herekol Azîzan-Celadet Alî Bedirxan-Hawar, hejmar 5, r. 4, 20 Tirmeh 1932, Mem û Zîn, r. 69) Bi minasebeta pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê, min vê helbesta şîrîn ya Celadet Alî Bedirxan pêşkêşî we xoşevîstan kir û ez Alaya Kurdistanê li we pîroz dikim. Di navberê da 93 sal jî derbas bibe, ev şiîreke xweş û şîrîn e ku divê nifşên / neslên nu wê biparêzin. Sernivîsa Alaya Kurdistanê Pîroz be!.. ji alîyê min ve hatîye nivîsîn. Siddîq Bozarslan / Swed