Di warê zanistê da cara pêşî: Dîmena Çala Reş hat girtin!

Zanistên ji Projeya Navneteweyî ya Teleskopa Asoya Bûyerê, dîmena Çala Reş a Super Masîf girt ku li navenda Galaksîya Messîer 87an da ye û bi rayagiştî ra parve kir.

Çend zanistên Projeya Navneteweyî ya Teleskopa Asoya Bûyerê hatin cem hev û  wêneya Çala Reş a Super Masîf ku li navenda Galaksîya Messîer 87an (M87) a li Komestêrka Şehrîwarê (Vîrgo) ye, kişand, ku bi 53 milyon sala tîrejî ji Dinyayê dûr e. 

Di wêneyê da, cihê şêmûgê ku hêzekêşa wê herî bihêz e dixuyê ku jê re dibêjin 'asoya bûyerê'.

Zanistan, li 5 navendên cihê yên cîhanê, bi civînên hevdem ên çapemenîyê, dîmen belav kir ku bi yekkirina daneyên tîrejên X'an ên ku bi teleskopên radyoyan ên li cihên curecûr ên cîhanê bi dest xistibûn.

Di wêneya ku di dîroka mirovahîyê da yekem dîmena Çala Reş e, tewandina tîrejên ku dikevin herêma kêşana çala Reş a Super Masîf xuya dibe.

Zanistan anîn zimên ku ev yekem çavdêrîya rasterast e ku li ser mijara Çala Reş a ku di serê sedsala 20an da Albert Einsteinî, bi awayekî teorîk bi peywenda Teorîya Giştî ya Îzafî behsa hebûna wan kiribû.

Di civîna li Brukselê da, Berpirsê Lijneya İnovasyon, Zanist û Lêkolînê ya Yekîtîya Ewropayê got ev dahênaneke girîng a zanistî ye bo mirovahîyê ku dîroka zanistê weke 'berîya vê dîmenê û piştî vê dîmenê' dê bike du şex, û herwiha ev proje bo hebûna Çalên Reş jî palpişteke dîmenkî peyda kir.

Siyaset Haberleri

Rêjîma Îranê êrîşên bo ser xelkê medenî yên deverê dêxe stuyê Amerîka û Îsraîl
Serok Barzanî: Hîn jî li Îraqê şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurdistanê ne
12 sal in petrol di boriya Kerkûk-Ceyhanê re derbas nebûye
Nêçîrvan Barzanî: Parastina Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e
Serok Barzanî bangî Hewlêr û Bexdayê kir: Ji bo rêkeftinê li hev bicivin