Di vê mehê de 53 kes li Efrînê hatine girtin.

.

 

Çekdarên opozisyona Sûrî yên ser bi Tirkiyê, di vê meha Sibatê de, bêhtir ji 53 kes li herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê girtine.

Zanyariyên ku ji aliyê Navenda Belgekirina Binpêkirinan ve hatine belavkirin, diyar dikin ku di dema van rojên borî de, ji meha Sibatê, bêhtir ji 53 kesan li herêma Efrînê, li ser destên çekdarên ser bi Tirkiyê hatine girtin.

Li gor belgeyên Navenda Belgekirina Binpêkirinan di nav wan girtiyan de, 9 jin û zarokek hene.

Di Çileya 2021ê de jî, girtina 90 kesî hatibû belgekirin.

Ji 18ê Adara 2018an ve, hevdem ligel kontrolkirina bajarê Efrînê û navçeyên din ên wê herêmê, girtina 7 hezar û 433 kesan hatiye belgekirin.

Ji wan girtiyan, 1 hezar û 98 kes hatine îşkencekirin. 137 kes ji wan hatine kuştin. Nêzîkî 5 hezar û 10 kesan hatine berdan, lê çarenivîsa girtiyên mayî ne diyar e.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin