Di sêyemîn salvegera şehadeta wî de Tahîr Elçî hate bibîranîn

Serokê Baroya Amedê, mafnas û parêzer Tahir Elçi ku sê sal berê li ber Minareya Çarling, li ber kamerayan hatibû qetilkirin, îro li Amedê bi merasîmeke taybet hate bibîranîn.

Îro bi hilkefta sêyemîn salvegera şehadeta wî de Tahir Elçî hate bibîranîn.

Di bîranînê de Baroyên Bakurê Kurdistanê û Îzmîr û Enqerê, parlamenterên herdu partiyên HDP û CHPê û Yekîtiya Baroyên Tirk TBBê, nas û dost û hezkiriyên wî, amade bûn.

Girseyê, pêşî ji Dadgeha Amedê ber bi Mînareya Çarling a cihê qetilkirina wî, meşiyan. 

Piştî wê, bi awayekî girseyî çûn serdana gora Eliçiyî.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin