Di Sed saliya wê de Peymana Sykes-Picot hat şermezarkirin, daxwaza serxwebûnê bilnd bû.

Îro li bajarê alman Kolnê Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê bi daxwaza dawîlêanîna Sykes-Pîcotê li meydana Heumarktê civiyan.

Kurdên Almanyayê di sedsaliyê peymana Sykes-Pîcotê de li bajarê Kolnê xwenîşandanek pêkanî. Bi hezaran Kurd beşdarî xwenîşandana li Meydana Heumarktê bûn û daxwaz ji rayagiştî ya dinyayê û bi taybet li welatên Rojavayî yên bûn sebebê parçebûna Kurdistanê, kirin ku dawî li neheqiya sedsalî bê anîn û rê li ber Kurdistaneke serbixwe bê vekirin.

Cîgirê serokê giştî yê Civata Kurd li Almanyayê Mehmet Tanriverdî di xwenîşandana ku weke festîvalekê bû, peyivî. Tanriverdî di axaftina xwe de bal kişand ser prosesa parçekirina Kurdistanê û got: Neheqiyeke dîrokê li miletê kurd bûye û îro wext e ku dawî li vê neheqiyê bê anîn. Tanriverdî di dumahîka axaftina xwe de got, miletê kurd heq dike li welatê xwe azad û serwer be.

Di xwenîşandanê de nûnerên gelek partiyan, rewşenbîr û hunermend jî li jêra Alaya Kurdistanê beşdar bûn û bi tenê drûşmeyên weke; Bijî Kurdistan, Bijî Azadî, Bijî Serxwebûn hatin avêtin.

Nîzamettîn Ariç, Hozan Birader, Hesen Şerîf, Aslîka Kadîr gelek hunermendên din jî derketin ser dikê û bi deng û awazên xwe beşdarî daxwazên xwenîşandanê bûn.

Li gora agahiyê Komîetaya amadekar dor dehhezar kes beşdrî xwenîşandanê bûn û xwenîşandan  saet di 18:00 de bi silametî bidawî bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin