Di rojên helhatına çema sûr da law û bav

Ali K. yıldırım

Ali Kemal Yıldırım

 

     

 

Li hêla çolaxê (çep) kalikê min Hesenqazî û ya rastê da yê sal mezin Xalê Nayir. Li jêr Çema sûr (Kızılırmak)

Bi Kurmancî, navê ‘’Kizilirmak’’ê ‘’Çema Sûr’’ e. Baskê mezin ya Çema Sûr (Sor) li herda qezeya Macîran ji Çîyayê Sûr (Kizildağ); baskê din ku weku Çema Çaykoyê tê zanîn,  jî  ji mezra me ya Siddiqan  derdikevî û li jêr, li binê gundê Kevelîyê, tevli Kizilirmakê dibî û bi ber Macîran (Îmranli) va diherikî.

Wê salê, weku pir salên din, zivistanê disan pir berf barîyabû. Nermayî ya baharê ji çîyan laser radikir. Çema Sûr disan helhatibû û bi firehîyê Firat taqlît dikir. Herçixas piştê çend rojan, giran giran ava çemê daketîbû jî, bi hirminû gûrminîyê va disan jî av bi xof bû. Wê salê, di wî wexta baharê da, zar i zewçên (zarokên) gund bi nexwaşîyêkî giran a sûrikê ketibûn. Nav zarokan da, yên girantir nexwaş; Apê min ê Zîya, yê din jî layê pismamê Kalikê min xalê Cemal bû.  Wexta li gund, bi dermanê heyî çare nehati dîtîn; dervayî çûyîna nexwaşanê rê nemabû.  Bavê herdu zaran qerara çûyîna nexaşxanê dan û subenda zû bi rê ketin. Di wê wextêda hînê rêya susêyê,  ku îro heta îranê diçe, venebûbû; hîn li gundan otomobîl jî tûnebûn. Yêkê ku dixast biçe Macîran derbazi tayê bakurê Çema Sûr, tayê gundê Girik dibû; ji wirê, di binê gundê Cefan ra wer diçû Macîran. Cîyê herî rind bo derbazbûyînê, navbêyna Qerçêayir û gundê dîya min a Kevelîyê bû ku av li wirê li jêri girrik tenik  dibû. Loma, dibê herdû pismaman ji vê rêya derbazi tayê din bibûna.

Kalê me, wê wextê nêzikî çilli pênc salî; pismamê wî Xalê Nayîr ji dora pêncî salî bû.  Kalê kesikî destxweda yê bi hêybet, Xalê Nayîr yêkê qollik û bê quvvet bü.  Ji ber vê sebebê; ne bi tenê vazîfa derbazkirina zaran, lê rabirtina Xalê Nayîr jî di hustîyê Kalê da bû. Çem çixas sakîn dibî bila bibî, bi tenê Kalê dikanîbû xwe li avê biqelivînî.  Kalê hat kevîya Çema Sûr, her zarik girti bin çengikî û bani (bangi) Xalê Nayîr jî kir:

‘’ were tu jî li pişta min sîyar be, car tin kî disan tê vê hêlê?’’ Kalê kesikî bi lez bû û loma nedixast wektê anda bike.

’Na Qazî Beg! Tu carê bi xêr û xwaşî zaran derbaz bike, ecele meke! Bila dereng bî, lê bi selamet bî’’ bersîv da Xalê Nayîr.

Bi vê gotinê,  Kalê, xatirê birayê pîra dapîra min a pismamê xwe nefirrand û xwe li avê xist.  Vê hêla va wê hêlê va, Kalê bi zor û zahmet nav avê  da xwe dilivand. Loma Kalê çend gav şuva vegerîya; vê carê, ji zaran yêk aviti ser pişta xwe,  yê din jî bi destikî hemêz kir û disan bi nav avê qelivîya.  Hîn negêştibû nîvî, vê carê avê li navê rabirti bû. Anaha, ne bi tenê canê zaran , lê jîyana (heyata) Kalê jî di tehlîkeyê da bû. Wê demê ramanên tevlihev di serê Kalê da wekû bebûliskikî  rabirt:

‘’Anaha min ku nekanîya herduyan derbaz bikim, ezê çi bikim? Layê xwe cîhbelinim, yan layê pismamê xwe, yan jî xwe bi wan ra yêk berdim nav avê? Eger ez biçim ewê, herdu jî, bi min ra yêk bixendiqin.  Na!Na! Bi çûyîna min qet kes xillas nabî. Serda barê kulfeta min ya li gund jî di hustîyê min da ye. Ez dıbêm (dibêjim) wexta meri (merov) mecbur bimînî, feda kirina yêkî di qatê xwadê da jî tê fam kirin. Eger çûyîna kesikî bibî sebeba xillas bûyîna însanikî din,  va tiştekî xirab nine. Lê qurban kî bî? Layê min, yan layê pismamê min? Fikra Xwadê çi dibî bila bibî, ez layê xwe feda nakim. Ewê ku layê min dimirî ez bimirim rindtir e. Ew ku çû, ez jî xwe berdidim nav avê. Xwadê muhaqak heq dide hîs û ramanên bavan jî... Min ku layê pismamê xwe berda, ezê ji Nayîr û gundîyan ra çitan (çawa) vê durumê îzah bikim? Ewê ji min ra çi bibêjin? Lê eger li şûna min Nayîr bûna, berê layê xwe xillas dikir yan jî yê min? berê her tiştê, herkes mesulê aîla xwe ye; paşê kesên din tên. Hz. Muhammed jî berê xadî milletê xwe derketîye. Lê berxwe bide, Şeytan dûr here! Ya Hz Alî, ya Xizir! ’’ got bi çoyê dest xwe kuta herdê û gav bi gav pêşta çû.

Wexta Kalê bi van ramanên mijmixandî ba mijûl bû, di jur da dombirikî mezin weku fîşeng di kevîyê wî da rabirt. Herçixas bi xêra Xwadê ew ji wî qedayî serketibîn  jî, Kalê ji derbeya kevirikî xillas nebûbû. Nîngê wî diêşîya; lê wexta gillî û gazinan nebû. Avê ew qesi pencî metroyê ber bi jêr va biribû. Li hember laserê teqet nemabû, loma Kalê  bewrarkirî (yan) diçû. Avê ew kaşi nêziki cîyekî kûr kiribû. Av li wir gilower dibû û şuva lêdixist.Kalê cîyê xwe gûhert û şuva baçerîxîya heta cîhêkî sakîntir dît. Di davîyê da Kalê bi zor û bela nêziki sahîlê bibû û bi xêr û xwaşî kanîbû destê xwe bavijî kincikikî. Kalê zarên li piştê û hemêzê aviti ser kênd. Anaha bi xêr û silamet, bi zaran va derbazi hêla din bibûn. Dor dora anîna pismamê li hember mayî bû. Kalê disan derbazi hember bû. Wî, pismamê xwe weku turikîkî sivik aviti ser pişta xwe û bê tirs xwe li avê xist. Wexta gêşti orta avê ‘’Nayîr metirse ez te naêxînim nav avê’’ got. Bi vî gotina xalê Nayîr veceniqîya. ‘’Nebe ku Kalê bê derman biminî û wî bavijî nav avê?’’ Lê tiştik nebû, vê carê ew bi rehetî gehêştin tayê hember. Li hember Kalê:

 ‘’of! Min bi zorê zar derbazi vê hêla kirin, rind bû ku tu jî, bi wan ra yêk,  li pişta min sîyar nebûyî, wer nine Nayîr Efendî?’’ got.

 Xalê Nayîr bi dengê sakîn lê vegerand: ‘’Meri (merov) bi ava baharê îtîmat nake, va leq (henek) nine; şeytan tevli karê ecele dibî’’

Wexta tirs rabirt, tiştên ku çend deqîqan berê di serî da derbaz bû, hati bîra Kalê. Ew xwexwe da keti şika rastîya bîr û baverîya xwe; ‘‘Ma ji bo bavikî, berê kesikî din, silametîya lawikê xwe xastin gunehe?’’ Kalê vegerîya pismamê xwe û got:

 ‘’Na Nayîr! Eger avê em bibiryana,  min ku nekanîyabûna herduyan xillas bikirina; min ê çi bikirina? Min ê pêşda  layê xwe yê Zîya xillas bikirina, wer nine Nayîr Efendî? Li şuna min tu bûna, te yê çi bikirina?’’

 Xalê Nayîr disan bi dengikî nerm; ‘’Nizanim ku...? Ew tişta werrî ye Qazî Beg, hemma...?’’ got. Bi nîv tasdîq kirina rastîyêkî unîversal, dilê Kalê rehet bibû. Lê ‘’hemma’’ gotinê hebû.  Ew disan jî geheşti wî baverîyê ku bi ramanê pêştatir qorî kirina (parastina) jîyana xwe lawê (layê), ew neketibû gunehîkî. Kalê bi salan bû, ji bo jîyanikî xwaş li dunyaya din, rojikî xwe bê  dua ranebirtibû. wî disan carikî jî rocîya Xizir û Dewdû (danzdeh) Îmaman nerevandibû.  Loma, di wê alîyê va, bi sermaya razandî devlemend bû. Wî nedixast vê sermayê, bi şaşîyekî va bi carikî da anda bike. Kalê, dil dikir ku bi bav i apên xwe yên ku di roja vurgunîya Qoçkirîyê da, di wexta zaroktîya xwe da, anda kiribû, disan bigihêşîn hevûdû; hesreta salan li dora sofrê bi şahîyêkî bi davî wênin

Rêya Qezaya ya Macîran (Îmranli), bi xemn xeyalan, ji wî ra anaha nêziktir bibû. Wî qirpînîya kutikê berfê jî nedibîhîst. Ser kutikên berfê rabirtin şuvatir ew bi hevra ketin rêya dûz. Anaha li pêşîyê rê ji wan ra vekirî bû. Herdu zarokên rojên vahşeta Topal Osman hevaltîya xwe di roja teng da berdewam dikirin.

Lê, vê carê jî ramanên tevlû hevudû di serê xalê Nayîr da diherîkîya. Raman weku hewran li hevdû diketin û dibûn bêbulusk, li hevdû dipêçîyan dibûn hewr:

‘’Serê hela! dibê ‘min e berê layê xwe xillas bikirina’ Rind bû ku laser daketibû.  Wî yê, li şuna layê xwe, ewê yê min berbidana avê. Hela qezîyêkî tînî bîra xwe? Tiştên waha heşê meran diben.’’.

Wexta Xalê Nayîr ji fikrên xwe vegerîya ferq kir ku dil weku volkanîkî dikiri ‘kut i kut’. Roja ku li gindê Tirk Babusê li destê komutanê xillas bibûn hati bîrê. Jinekî Tirk ya bi vîcdan Kalê bi xalê Nayîr ba vêşartibû. Wexta tarîyê ser gund da girtibû, çeteyên Topal Osman di bin emra Kel Hesan da mal bi mal digerîyan. Wexta ew neziki mala ku ew lêbûn, Türkan xanima tirk ‘’Kûrdoğlu kaç!’’ (Lawê Kurd bireve!) got. Xalê Nayir ü Kalê tevli tarîyê  anda bıbün. Her çixas çeteyekî gulle berda bi jî, ew ji çenga malê rabirtibûn. Wê demê dilê wî weku anaha kiribû ‘’girp i girp’’.

Lê Kalê berf û laser bîr kirî bû; wî bi fîzikê, kilama xwe ya meşhur, kilama Qere Memo digot. Bextê Qere Memo weku navê wî rej bû; ew jî ji alîyên tirkan va hatibû kuştin. Çîroka kilamê çixas trajîk dibî bila bibî, sebeti Kalê tiştekî rojane û normal bû.  Wexta Kalê gav diavitin te digot li ser rêya gûl û gûlîstana cennetê va bi rê va diçe. Fikra Sofra cennetê hatibû bîrê; xuya bu ku pir birçî bibû. Wî disan zar girtin pişt û hemêza xwe. Mane ew bû ku dibê Xalê Nayîr ecele bikirina...Xalê Nayîr gehişti Kalê û qala bîranina wê şeva ku xillas bibûn kir. Lê yê Kalê xirabtir bû. Wexta çete tifang kişandibû ku li Kalê bêxinî komutan’’bisekin ew zarikî qiççik e’’ gotibû. Ji mirinê ra sanîye mabû. Kîngê ku va tişta bihatana bîrê, dilê Kalê li cîyê xwe weku topıki heldipekîya.

Ew netîcê da gêhiştin Qezayê; ji kutîyên hewtînî rabirtin û  çûn ba doktor; jı zaran ra derman girtin. Paşê li lokantê zikê xwe têr kirin. Saya nexwaşîyê da zaran cîhêkî ji gund mezintir a bi otomobîl dîtîbûn.

Eger di nav avê da qezayîkî xirab bihatana serê wan, ewê Kalê çi bersîva yêkî bidana? Wî yê‘’suc sucê Nayîr e. Merîk ji mesulîyeta direvî; li şûnê, berpirsîyarîyê lawikê xwe davijî ser pîlê (mil) min...’’ bigotina.

Di jîyanê da bo her yêkî, gora cîyê ku disekinî, rastîyên cûda cûda hene. Rastî, gora wext û cîh reng bi reng in. Bo şaîr,  şurê herî tûj helbest; bo serbazê (komutan) dûhûynî tîr , bo yên îroyîn çek in.  Li peşîya gîşt rastîyan, rasyonela bingêhîn ewe ku herkes,  berê her tiştê, zar i malên xwe difikirî û daparêzî... Mala milletan welat e, Pir kes van rastîyan serî binhev dikin û bi sloganan însanan dixapînîn. Eger herkesî rastî bigotana, ewê kê derew bikirina? Testa hevaltîyê û biratîyê, di rojên teng da xûya dike. Ji bo hinekan, rêya ser ketinê, bi qezîyên biriqîn û bi hûnerên derewên xemilandî hatîye hûnandin. Ji alîyên kesên waha va, hûnera felbazî û rureşîyê weku sîyaset tê nav kirin.

Ji fêlbazan cuda, sîyaseta kalikê min gêhêştin a bav û merîyên xwe yê di wexta zaroktîya dewdu (danzdeh) salî da anda kirî bû.  Ji bo vê tiştê sermaya wî rocî girtin, yanî fedakarî bû. Çi zerar heyê di xemn û xeyalên waha da?

Dora pêncî salî, Kalê xanima xwe, pîra dapîra min jî anda kir. Rojên zivistanê ku Kalê li Ankarê dima, dîndarên tirkan fikra meleykan bi ber Kalê xistin. Lê dibê Pîrê, dapîra min a Şahxanim,  disan jî bibûna sermelayke. Zêdetir mal çavê kê kwîr kirîbû? Xûya bû ku tişt diguhertin. Bi hişmendîya Ferq û sebebên guhertînê, zanîna me devlemendtir dibî.

FERHENG

Helhatin: taşmak

Herikîn: akmak

Tay: taraf

Destxweda: iriyarı/kuvvetli

Qollik: kisa

Rabirtin: geçmek,  geçirmek

Qelivîn: karişmak

Çeng: koltuk alti

Firrandin: kırmak

Livandin: oynatmak

Tevlihev: karişik

Bila: her ne olursa                                                                           

Bebûlisk: yıldırım

Cîhîştîn: bırakmak

Xendiqîn: boğulmak

Mixandî: örtülü

Qeda: bela

Bewrar: dik olmayan, yan

Baçêerixîn: geri dönmek

Kincik: ufak çalı

Kend: sahîl kenarı

Êxistin: düşürmek

Veciniqîn: hayretten siçramak

Nişandayinn: göstermek

Raman: düşünce

Xwexweda: kendî kendine

Waha: böylesi

Helpêkin: zıplamak, yerinden sıçramak

Biriqîn: parıldamak, parıltılı

Xemilandî: süslenmiş

Felbazî: sahtakerlık

Berxistin: öğretmekö aklını çelmek