"Di rêya Kurdistanê de şehîd bû"

Pêşmerge Berxwedan Mêrdînî (Servet Abişka) ku di operasyona Mûsilê de 17-10-2016 li eniya Xazirê di şerê li dijî DAIŞê de şehid bibû

Fermandarê Pêşmerge Berxwedan Mêrdînî (Servet Abişka) ku di operasyona Mûsilê de 17-10-2016 li eniya Xazirê di şerê li dijî DAIŞê de şehid bibû, cenazeyî wî li Helwerê bi merasim hatîye şandin û li Derîyê Ibarhîm Xelîl bi pêşewazîyek girseyî ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin.

Dêya wî Xezalê ji TV ya Rûdawê re gotîye; “Kurê wî di rêya Kurdistanê de şehîd bûye. Ew şehîdê hemûyan e. Bila şikûr ji xwedê re be ku dê xwîna wî li erdê nemîne.”

Berxwedan Mêrdînî (Servet Abişka) xelkê gundê Xirbe Qeplo yê Mêrdînê bû. Berxwedan di sala 2008ê ve di nav Pêşmergeyên Zîrevanî yê Başûrê Kurdistanê de bû. Berxwedan Mêrdînî bavê 2 zarokan bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin