Di Pêvçûnên Navbera Hîndistanê û Pakistanê de Pirtir ji 10 Sivîl û Leşker Hatine Kuştin

.

Di pêvçûnên navbera hêzên Hîndistanî û Pakistanî de herî kêm 10 sivîl û 5 leşker îro Înê hatine kuştin.

Karbidestên Hîndî ragihand ku hêzên wan hewileke derbazbûna nav axa wê ji bakurê Keşmîrê ya ji hêla Pakistanê asteng kir. “Dû re pêvçûnên bi hawan û çekên din yên ser sînor destpê kirin,” karbidestan got.

Artêşa Pakistanî jî bi daxuyanîyekê ragihand ku wê bersîva êrîşa yekalî ya artêşa Hîndistanê da.

Karbidestên Hîndistanî dîyar kir ku ji alîyê wan ve 6 sivîl, 3 leşker û nobedarekî tixub hatine kuştin.

Artêşa Pakistanê jî da zanîn ku 4 sivîl û leşkerekî wê hatine kuştin.

Hem Hîndistan hem jî Pakistan ser tevahîya axa herêma Keşmîrê wek axa xwe dibînin.

New Delhi cîrana xwe Îslamabadê bi piştgirîdana xirabkarîyê tawanbar dike, lê Pakistan wê yekê red dike.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye