Di encama operasyona Hêzên Ewlekariya Hûndir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Kampa Holê li dar xist de, 158 DAIŞ’î hatin girtin.
Yekemîn qonaxa “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” ya di 28’ê Adarê de, li dijî hûcreyên DAIŞ’ê yên li Kampa Holê ku ji 60 hezarî zêdetir kes lê dimînin a girêdayî Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, temam bû.
Di operasyona ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hûndir ve hat birêvekirin û 10 rojin dewam dike de, 20 jê rêveber bi giştî 158 DAIŞ’î hatin girtin. Di çarçoveya operasyonê de, amûrên eskerî, telefonên cuda, tablet, bilgiseyar û gelek sazgerên teqemeniyê hatin desteserkirin.
Li gorî nûçeya di ANHA’yê de cih girt, qonaxa yekemîn a operasyonê bi dawî bûye û Yekîneyên Antî Terorê (YAT) operasyonên xwe yên taybet ên li kampê dewam dikin. Di operasyonên li gorî îtîrafên DAIŞ’i yên hatin girtin dewam dikin de, 33 DAIŞ’î hatin girtin. Di nava DAIŞ’iyên hatin girtin de, 1’emîn berpirsê Kampa Holê yê DAIŞ’ê Ehmed Xaşî (Ebû Xalid) û berpirsê 2’yemîn Qûsey Mihemed (Ebû Gerar) jî hene.
Kurdistan Haberleri
Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin