Di nexşeya Pompeoyî de Tirkiyê kirine du perçe!

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di parvekirina xwe ya Twitterê dewletên piştgiriyê didin û nadin seroktiya Juan Guiado ya Venezuelayê de, nexşeyek belav kir ku tê de Tirkiye wekî du perçe hat xuyakirin.

Di nexşeya ku Pompeo wekî anîmasyon parve kiriye de, welatên ku seroktiya Guaido nas dikin bi rengê şîn hatin nîşandin.

Di nexşeyê de xuya kir ku Tirkiye wekî du perçeyan hatiye nîşandan.

Piştî ku Tirkiyê bertek nîşan da, rayedarekî Amerîkî ku nexwestiye navê xwe bide li ser twîta Pompeo ragihand ku şaşîtî çêbûye, lê ti agahiyek neda.

Wî rayedarî herwiha gotiye, peyamên Twitterê paşve nayê kişandin ango nayên jêbirin.

 

(peyamakurd)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin