Di navbera YPGê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de şer derket  

.

Li Helebê, di navbera YPGê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de şer derket û çekdaran 4 gundên di destê YPGê de ne topbaran kirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, şeva borî şerekî giran di navbera çekdarên ser bi Tirkiyê ve û şervanên YPGê li gundê Kefir Xaşir li bakurê Helebê derket û di encamê de çekdarek hat kuştin.

Herwiha hat destnîşankirin, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdaran 4 gundên li derdora Til Rifatê yên ku di destê YPGê de ne topbaran kirin.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, dora 250 hezar kes ji Efrînê derbider bûn û li Til Rifet û derdora wê (herêma Şehbayê) bi cih bûne.

Li wê herêmê, her dem şer di navbera komên çekdar û YPGê de derdikeve û gelek caran jî artêşa Tirkiyê wê navçeyê topbaran dike û xelkê sivîl dibin qurbanî.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye