Di navbera Rojava û Başûr de hatûçûna otobosan destpê kir

Bo cara yekê hatinûçûna navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê bi otubusan îro dest pê kir.

Hat ragihandin ku doh duşemê yekem mînîbûsa rêwiyan  ji Rojavayê Kurdistanê bi deriyê sînorî  yê Pêşxabûrê derbasî Başûrê Kurdistanê bû.

 

Rêveberiya Deriyê Sêmalka û Pêşxabûr ji bo veguhastina şêniyan 4 mînîbusên nû dabîn kirin.

 

Du mînîbus ji aliyê Rêveberiya Xweser û du jî ji aliyê rêveberiya deriyê Pêşxabûrê ve hatine dabînkirin.

 

Hat ragihandin ku doh li deriyê Pêşxabûrê qeyika veguhastina şêniyan ji ber bilindbûna asta avê di çemê Dîcle de bin av bibû û di ecama wê bûyerê de kesek xeniqî.

 

Piştî xebatan îro care yekem mînîbûsan dest bi çûn û hatina di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de kirin.

 

Bi vî awayî çûnhatina bi mînîbûsan hêsantir û ewletir bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin