Di navbera HSD û çekdarên girêdayî Tirkiyê de şer derket

.

Li derdora Eyn Îsa şeva borî, şer û pevçûn di navbera hêzên HSD û çekdarên girêdayî Tirkiyê de derketin.

Li gor çavkaniyên xwecî, şeva çarşemê, şer û pevçûn di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê li nêzîkê bajarê Eyn Îsa li parêzgeha Reqayê derketin.

Li gor heman çavkaniyên, çekdarên girêdayî Tirkiyê pêgehên hêzên HSDê li ser xêzên rûbirûbûnê gullebaran kirin û hêzên HSDê bersiva wan dan.

Heta niha hêzên HSDê ti daxuyanî derbarê vê bûyera rûbirûbûnê de nedane.

Ew demeke dirêj e êrişên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê bo ser bajarkê Eyn Îsa berdewam in.

Eyn Îsa di jêr kontrola HSDê de ye, lê Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve hewl didin, wî bajarokî kontrol bikin.

Eyn Îsa tevî giringiya xwe ya stratejîk a ji aliyê leşkerî ve, ji aliyê siyasî ve jî giringiya xwe heye ji ber ku bi fermî navenda Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê ye.

Girîngiya bajarê Eyn Îsa

Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye,  66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Girê Spî dûr e, ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdaran de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn