Di navbera gerîlayên PKK û pêşmergeyên Komelê de alozî derket

.

Li herêma Sîdekanê di navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên Komelê de alozî derket. Lê ew alozî zû hat çareserkirin û bêyî ziyan bi dawî hat.

Li gor zanyariyan di dema meşq û rahênana serbazî ya pêşmergeyên Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gule bi esmanê binkeya Komeleyê ve teqandin û bi vê sedemê aloziyek di navbera hêzên herdu partiyê Kurdî de rû da.

Berpirsê Serbazî yê Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebdullah Azerbar ji Rûdawê re ragihand, ev çend roj in pêşmergeyên wan li herêma nahiya Sîdekanê bi hemahengiya li gel hêzên emnî yên navçeyê, xuleke meşq û rahênanê daye destpêkirin.

Ebdullah Azerbar derbarê çawaniya bûyer û aloziyê de jî diyar kir, êvariya roja derbasbûyî (03/07/2021), hejmareke gerîlayên PKK hatin nêzikî binkeya wan û teqe bi esman ve kirin û got, “Diyar bû haya gerîlayên PKKê ji rahênana me nebû.”

Berpirsê Serbazî yê Komeleya Şoreşgerî ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê di dewama axaftina xwe de got, “Destpêkê hatin û daxwaz kirin ku nêzikî wan nebin, em jî razîbûn. Lê roja din wek nîşandana hêza xwe, hatin û bi esmanê binkeya me ve gule berdan û pêşmergeyên me jî bersiva teqeyên wan da.”

Herwiha Ebdullah Azerbar amaje bi wê jî kir, aloziya di navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên wan de zû hat çareserkirin û wan jî ji bo ku şer dernekeve, cihê rahênana hêzên xwe guhert.

Ji aliyê PKKê ve heta niha ti zanyariyek li ser vê alozî û bûyerê nehatiye belavkirin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn