Di navbera bakûr û başûrê Kurdistanê de deriyekî nûh vedibe

.

 Di navbera navça Rûbarok (Derecik) a li ser sînorê bakûrê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ya başûr de, deriyekî nûh vedibe û şaredariya Rûbarokê gihaye asta ku rêya heya ser sînor biqedîne. Şaredarê Rûbarokê Ekrem Gerdi ji bo Rûdawê ragihandiye ku:

“Temamê xebatên ser sînor temam bûne. Em niha li benda aliyê dinê Herêma Kurdistanê ne. Em bende ne ku Herêma Kurdistanê kabînan deynin û çûnûhat destpêbikin. Ji bo danîna ofîsên tûrzîmê û gumrikê li her dû aliyan xebat dewam dikin, li terefê Herêma Kurdistanê tesfiya zemînê hat kirin û eger şertên hewayê dest bidin, wê avahiyên ofîsan di demekî kurt de temam bibin.”

Li aliyê dinê qeymeqamê navça Mêrgesorê Xefûr Ahmed ragihandiye ku wê giraniya xwe bidin ser çûnûhata geştiyaran û plan kirine ku di nav 2 mehan de derî vebe. Înternet û elektrîka derî wê Tirkiye bide. Li aliyê Herêma Kurdistanê wê 13 km rê hebe û 7 km yên rê ji bo asfatkirinê amade ye. Endazyarê xebata derî Rizgar Cemîl ragihandiye ku ji %70 yê xebatê qediyaye.

Biryara vekirina derî di 15 ê tebaxa sala 2018an de hatibû dayîn. Rûbarok dikeve ser sînorê Şemzînanê ya Hakkariyê.

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî: Divê li Sûriyeyê sîstema navendî bi dawî bibe
Festîvala Wêjeya Kurdistana Mezin: Hişê çêkirî nikare cihê dil bigire
Li Dêr Hafirê êrişa bi dronê: Zarokekî canê xwe ji dest da
Li Kerkûkê Erebkirin didome: Zeviyên Kurdan di bin metirsiyê de ne
Hinek ji wan xelkê Silêmaniyê ne: 70 termên din hatin teşxîskirin