Di navbera Amerîka û Rûsyayê de nîqaşa rêkeftina INFê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, ji bo bicîhanîna berpirsiyariyên ji rêkeftina INFê 60 roj mohlet dabû Rûsyayê. Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova jî bersiv da û got: "Rûsya berpirsiyariya xwe bicih tîne."

Mariya Zaharovaya Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê amaje bi vê yekê kir ku Rusya gelekî pabendî Rêkeftina Hêzên Nukleerî ya INFê ye û aliyê Amerîkan jî vê yekê baş dizane. 

Zaharovayê berê jî gotibû Amerîka planan dike ku ji rêkeftina INFê xwe vekişîne û hewl dide derfetan peyda bike da ku desthilatiyeke leşkerî bidest bixe.

Berî niha Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihandibû, wan bo berpirsiyariyên xwe ji ber rêkeftina INFyê bicîh bîne 60 roj mohlet dane Rûsyayê.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin