Di navbera Amerîka û Kurdistanê de protokola fermî!

Li gor protokolê dê Amerîka alîkariya leşkerî û darayî bide Herêma Kurdistanê

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî protokola di navbera Herêma Kurdistanê û Amrîkayê de protokola leşkerî hate îzmekirin.

Protokola di bin çavdêriya Barzanî de ji aliyê Wezîrê Nevxwe û Wezîrê Pêşmerge yê bi wekalet Kerîm Şingalî û Cîgirê Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Elissa Slotkin ve hate îmzekirin.

Li gor protokolê dê Amerîka alîkariya leşkerî û darayî bide Herêma Kurdistanê û wê ev protokol jî heta dawiya şerê li dijî DAIŞê derbasdar be.

Berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dikin ku ev yekemîn protokola leşkerî û darayî ya di navbera Hewlêr û Washingtonê de ye.

Herweha li gor malpera fermi ya seroktiya Herêma Kurdistanê Roja dûşem 11.07.2016 li peywendiyekî telefonî ya di navbera birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Ashton Carter Wezîrê Berevaniya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka guhertinên meydaniyên dawî ya şerê terorîstên Da'îş û hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymanan û hêzên Iraqê li şerê terorîstan û her wiha hevkarîkirina Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nirxandin.

Her li vê peywendiya telefoniyê da Wezîrê Berevaniya Amerîka li berdewamî û pabendbûna welatê xwe ya ji bo hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê piştrast kir û xweşhaliya xwe jî li hemahengî û hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de nîşan da.

Li beşekî dinê vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî spasî artêşa Amerîka û hêzên hevpeymanan ya li piştevanîkirina Pêşmerge li şerê terorîstan kir û her wiha ji bo biryara Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka ya hevkarîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, pêzanînên xwe jî hebû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin