”Di nav du hefteyan de parlemento dest bi karê xwe dike!

Civata Bilind a Referandûmê biryar da di nav du heftiyan da Parlemena Kurdistanê dest bi kar bike

Di 30.07.2017 Civata Bilind a Referandûmê li Pîrmamê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya. Di civine de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resul Elî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, nûnerên partiyên siyasî û pêkhatên neteweyî û olî yên endamên civatê jî amade bûn.

Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan li Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bû û naveroka karên teknîkî yên komîsyonê ji bo amadekariya referandûmê eşkere kir û behsa pêdiviyên referandûmê kir.

Piştî nirxandina rewşa siyasî û pêşhatên dawî û nirxandina helwesta civaka navdewletî û proseya siyasiya navxweya Herêma Kurdistanê, biryar li ser van xalên wergirt:

Yekem: Civînê biryar da bi raspardina birêz Mesûd Barzanî û Kosret Resul Elî ji bo pêkanîna şanda danûstandina li gel Bexda.

Duyem: Civînê biryar da li du heftiyan da Parlemena Kurdistanê dest bi kar bike ji bo çareseriya kêşeyan û piştevaniya li referandûmê.

Sêyem: Di derbarê prensîpên pêkhatan û Sekreteriyeta Encûmena Bilinda Referandûmê danustandina bîr û ramanên wan kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin