Di nav 2 grûpên çekdar ên li Efrînê de şer derket

Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî, duh Çarşembiyê li Efrînê piştî ku erebên deverên din ên bicihkirî li wê herêmê û çekdar ji nav mizgevtan derketin, şer di navbera çekdarên her du grûpên Ceyş el-Îslam û Ceyş el-Şerqiye de derket.

Di şer û pevçûnên çekdarên her du grûpan de kuştî û birîndar çêbûn, lê hejmara wan nehatiye zanîn.

 

Çavkaniyên xwecihî derbarê sedema şerê navbera wan grûpên çekdar de dibêjin, ku ew şer li ser talankirina û parvekirina kelûpelên ku ji xelkê Efrînê dizîne, derketiye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin