Di Meclîsa Mezin de pevçûn

Di dema hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê de, ji be provakasyona AKP'ê niqaş derket û veguherî pevçûnê. Di pevçûnê de lêva Wekîlê HDP'ê Erdal Ataş teqiya û ji pozê wî xwîn hat, di buyerê de jinên HDP'î jî hatin derb kirin.

Di dema hevdîtinên Komîsyona Makeqanûnê de, ji be provakasyona AKP'ê niqaş derket û veguherî pevçûnê. Di pevçûnê de lêva Wekîlê HDP'ê Erdal Ataş teqiya û ji pozê wî xwîn hat, di buyerê de jinên HDP'î jî hatin derb kirin.

Hevdîtinên pêşniyara ji bo "rakirina destnedanan" a ku li Komîsyona Makeqanûnê ya Meclisê de tê dîtin, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar mafê axafinê girt û diyar kir ku pêşniyar li dijî qanûnê ye û xwest destpêkê komîsyon vê mijarê binirxîne û beyî ku muzakare bike bê îade kirin. 

Sancar bi lêv kir ku wekî hinceta destnedanê, 'di raya giştî de rê li înfîalê re hatiye vekirin' û wiha got: "Wê demê di navbera 17-25'ê mijdarê de înfîal tune bû? Raya giştî ne bi bertek bû? Gel ne ji me aciz e, kesên ji me aciz in, hikûmet û medyaya girêdyî wê ye."

Pişti navbere pevçûn derte

Niqaş û hevdîtinan nêzî 5 saetan berdewam kir. Nêzî 2 saetan navber dan. Piştî navbera 2 saetan dîsa niqaş û hevdîtinan dest pê kir. Lê ji ber ku cih nedan wekîlên HDP'ê di navbera wekîlên AKP'ê û HDP'ê de niqaşên tund derketin. Di navbra Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken û Wezîrê Dadê Bekir Bozdag de niqaş derket. Di encama niqaşan de Baluken got "Ez dawetî nezaketê dikim" Piştî wekîlên AKP'ê êrîşî wekîlên HDP'ê kirin pevçûn derket. Wekîlên AKP'ê Feleknas Uca û Ayşe Bajaran dahftan û tundiya fîzîkî li ser wan meşandin. Wekîlên AKP'ê gotin çi karê wekîlên jin li vê odeyê heye. Bila wekîlên jin ji vir derkevin. Hin wekîlên AKP'ê jî gotin: "Teroristan bi ser meclîsê de girt" û kirin qêrîn. 

Piştî niqaşên devkî pevçuna fîzîkî derket. Di êrîşa wekîlên AKP'ê de wekîlê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Ataş birîndar bû û devê wî xwîn bû. Piştî pevçûnê wekilên CHP'ê xwestin heta roja duyemê navber bê dayîn.
DIHA

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin