Di lêpirsîna derbarê Hurmuz Dîrîlê winda de 3 kes desteser kirine

.

Rojhat Dîlsîz, Serokê Baroya Şirnexê gotiye ku di lêpirsîna derbarê windabûna Hurmuz Dîrîlî de heta niha ti pêşketin çênebûbû lê îro biryara desteserkiran 3 kesan dane.

Di lêpirsîna derbarê windabûna Hurmuz Diriliê de biryara desteserkirina 3 kesan dane. Dîrîl 530 roj in ku winda ye.

Rojhat Dîlsîz, Serokê Baroya Şirnexê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha nivîsiye:

“Di lêpirsîna derbarê Hurmuz Dîrîlî de heta îro ti pêşketin nebûbû ku 530 roj berê jinda bûbû û ti agahî jê nehatiye standin. Îro biryara desteserkirina 3 kesan dane. Apro Dîrîl jî di nava kesên desteserkirî de ye ku berê jî ew desteser kiribûn û paşê bi biryara kontrola edlî serbest bûbû.”

Çi bûbû?

Hurmuz Dîrîlê 72 salî û Şimûnî Dîrîla 65 salî li gundê Mehrê yê suryaniyan ê Bêşebaba Şirnexê dijiyan û sala 2019an di 10ê Kanûnê de winda bûbûn.

Piştî windabûna wan bi 70 rojan ango di 20ê Adara 2020an de zarokên wan 800 metro dûrî gundî laşê Şimûnî Dîrîlê dîtibûn. Lê aqûbeta Hurmuz Dîrîlî hê jî nayê zanîn. 

Bianet

Kurdistan Haberleri

Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan
PWK Ewropa: Em êrîşa ser Mîrê Rûhanî yê Êzîdîyan Mîr Hazim Tahsîn Beg bi dijwarî şermezar dikin
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (326)
Gundî li hemberî DEDAŞê rabûn ser pêyan: Rêya Amed û Mêrdînê hat girtin